Pluy Merg
Serma, lêfe û
Lîte, doşek û berd, serîn
Plu plu befr
Daytenîwe asmanî şîn
Dllî çnar,
Bo xendey xoretaw
Leser bermallî şarezûr
Berniwêjî hêmin eka
Ax .. Le asmanewe
Naumêdî hêrşî hênawe,
Hêz le ejno û
Lêdanî dill sistdeka
Destî hêmin
Bo bizwanî sozî asman
Be beberzî ballay çnar
Bnare û bnarî şarezûr
Xway nêw seran,
Le baweş eka
Plu plu xem debarê
Asman mate û
Dllî çadrekan xurpe eka
Lem meynetawaye
Gyan aware û
Ceste derozey nan eka
Lêre le lîtey cengekana
Letaw sermay sermaye
Destî komek
Ta derî gîrfan birrnaka
Plu plu merg debarê û
Befr ballay hêmin û çnar*,
Lesererrêy fêrge û mall,
kfin eka
*****************************