Xêwî Merg
pêş çend Sall, ew
tenya Meme û
Colane û
Nerrey Babey denasî
Giryan û Pêkenîn
xorhellhatin û awabûn
Birsyetî û Rşanewe
Hezar û yek Pirsyaryan,
le Bîrya çand
dwê Şew
Çraxanî Asman,
Bîrî hejan ..
Pirsyar le dway Pirsyar,
Babey hebesan ..
” Kçim bnû, drenge bnû”
Xew Mnallêkî çeqawesû
Le Mall yaxî .. boy destigîr nebû
ta Pêlluy Çawanî leser daxa
Pirsyar dway Pirsyar
Babî gurandî:
” Şew drenge bnû, Rolle bnû,
Dêwezme detixwat ! “
lepirr Şrîxey Destrrêjê, Babey tland
Xeyall û Pirsyarî ewyan psand
tund tund qîjandî :
” Babe .. Babe ..
ewane bo naxewn,
bo Xêw nayanixwat ? “
bellam Babe, bêgyan
bo hemîşe xewtû,
çîtir beserîda neygurrand