Skip to content
Alla sûrekan
bo Hawrrêyan “Şapûr” û “Qabîl”
Hawrrêyanî aware
çende dillberde, ew kone Şare
le taw Koçî sûrî êwe,
Babagurrgurr, tazeyebare
Qelay Holako bezên
ke dî wa êwe,
le Xwêna degewzên
hawarî kird
” ber bigrin le Tîror
bem Tawane, Mêjûm şermezare “
*****
Hawrrêyanî aware
kê le Tîrorî êwe, berpirsyare
Serbazanî Xwa?
Teteranî Enfal?
Mafyay bor, sewz, zerd?
kê bû, êwey bew Derde bird?
kê be Mergî êwe bextyare?
*****
Hawrrêyanî aware
Xemtan … Qîne
Dengtan… Tîne
Mergtan … Jîne
Koçtan …. Brîne
le nêw Dllî, Krêkar û Zehmetkêş
Gerreke û Gerrek, Şare û Şar
Karwanî sûr
berew Beyanêkî nzîk nek dûr
berrêweye û redûy Şwên Şêtane
le Korrî Gyanbexşana,
Hawrrêyan, ew Şew
(Aram**)î Badînan pêşwazîtane
*****
Hawrrêyanî aware
Derûnman, pirr Azare
efsûs nekra lewê bîn
ta bo Termî sûrtan
berrêzewe, Rêje bestîn
leser Hewarî tazetan
Bellênî sûrbûnman, bo Xebat
djî serwerî Sermaye, bllêynewe
Rêje bestîn û
Dest hellbrrîn
lebrî (Eugène Pottier) deng hellbrrînewe
” hestin ey Hozî Beşmeynetan … .”
Şorreswaranî Şura, bangewaz keynewe …
************************
19î Eprrîlî 1998