Juwan
netorêy le Jyan ..
ger carê, Tofanî Derya
berew Dûrgey Ewîn
bwarî perrînewey neda
netorêy le Ewîn
ger Şew dahat û
Karwankuje, Rêy pêhellekridî
metorê, Hengaw hellhêne
swarî Mlî Şepolekan be
bo pêşewe, nek berew dwa
Kat drenge
ew Şew tenya
Dêwezmey ewber,
bo têrî hewesî lenêwtdeba
*****
giyane metorê ..
were demêke lem ber
çawerrwanî hewallm
le wirde Şepol
le Koçrrewî Qullîngekan
le Qereçe serhellgirtuwekan
ax .. bêdengît, dirrdongî kirdûm
be gumanewe le xom deprism
to bllêy mandûbûn,
nuqmî Xewî nekirdbê ?
to bllêy Xencerekey Xwa
le piştewerra,
pey be Nhênîyekî Dllî nebirdbê ?
*****
naçarm, Dllî xom xoşkem û
wellamî xom bdemewe ..
na, na .. hawrrê
Hîwam pête
Gwêm tamezroy
Tirpey Dillte
xêrake, Hengaw hellêne
bêoqre, lem ber
Çawirrwan û
Çawm le rête!
***************