Hellebce
Her Kes hat û
Nawêkî key .. Lênay
Milwankeyek,
Le wşey frîwderaney ..
Le mil allay
Tacêkî jenginînî hezaran Salley,
Lesernay
Weku xwa,
Hezar û yek, nawyan lêtna;
Şehîd
Şajnî nîştîman
Xuşkî hema
Tenya û tenya,
Nawî xot na !
Ta nawî xot ..
Şarî hellçûn û xroşan,
Bsirrnewe lebîrman
*****
Her Kes hat û
Be rengî cadûîy,
Tabloyekî bo kîşay ..
Wek dêwcame,
Bo şêwanî rastî ..
Ta ruxsarî xot
bşêwênin leberçawman
*****
Her Kes hat û
Çêrokêkî bot nûsî,
Beserhat û
Mêjûyekî pirr Dro ..
ledaykbûnî Mîr û Şêx û Beg û Axa
Hembaneyekî pirr dro û (hemd) û (sena)
tenya û tenya,
Mêjuwe xwênawîyekey xot na;
ey Şarî yaxîbûn û Xopêşandan,
kray be tabloy Mergî xewnman,
*****
Taqîgey أarawî Sermaye û
WÊrangey Şer û Aştî Dujimnan ..
Wêstgeyek bo Şemendeferî Ceng û
Gorristanêk bo Jyan
Meyxaneyek bo Şerabnoşî
Ehrîmen û Xwakan
*****************