Namekanî Zîndan
Pirr be tasey
Kewêk bo Kêwan
lew dîw Şurey Zîndanewe
Hezekanim arezûy frrînyane
katêk Laqekanim
be Naxî Zemîna rodeçin
*****
Xewnekanim
leser Dartelî ewber
Qeratê nîştûn û
be Naaramî û Dllexurpewe,
be Hesretewe,
le Şeqawekanî Şeqam ..
derrwanin
*****
Zrîkey Mnallan
Perdey Gwêm rademûsê,
be bêzaryîewe
Sate destemokan debwêrn,
Ax .. be pejarewe
Yarîyekanî mindallî û
Şoxîyekanî herzekarî
letek çirke çirkî Katjimêrkema,
dejmêrmewe
*****
tûrrem, Xozgekanim, lêre
be Yaxibûnêki ehrimenî
Tif û Nefret
le Ruxsarî Xwakan, deken
Ax .. bo Rawestanêkî kin Qella
katî Yar, be Lencewlar
be çawgêrranewe .. dêtexwar
mnî herzeş bo dîtnî wî
‘Sware’ le Gundê becêdehêllm û
degerrêmewe nêw teputozî Şar
***** ***** ***** *****
28 î sêptemberî 1999