Bext
sallehaye ..
Pê be Pêt,
le dût dêm û
lêtdegerrêm
keçî toş,
xot heşardawe lêm
berlewey min bêm,
awejûy Burcim surrayt û
befêllbûyt lêm
*****
Hengaw .. Hengaw
berew namoyî û
xoşbawerrîy baw
hatim û hîç pêtnegeyîm
ta le Karwanî Jîn dabrram
Serabê bûyt,
Tînûasa
be drewşanewet xelletam
*****
tenya xemî xomim da be şanma û
ledût hatim, bê awirrdanewe
ta beserma rma, Koşî Hîwam
berew naumêdî berrêtkirdim û
Telarî Xeyallt têkdam
ledûy xot rakêştkirdim û
destemotkirdim bo Rojgar
Hêz û Twanat lêbrrîm
naumêdît bo kirdme Hewar
le pêş rêkewtekanî Xwa
kirrnûşit pêbirdim û
be supasguzarîyewe ..
Xyabant kirde Serpenam
*************************