Kîjanî Ehrîmen

Kîjanî Ehrîmen

 

Serlebeyanî zû ..

bo rabûnî Rêsay xewallû,

Zarî Xwa,

Şureyî lêdebarê;

Piştêney asn

webîrî Zîndanewan

dênêtewe ..

*****

çi Sate wextêkî trisnake:

katê, Qu Bangî destbekarbûn

begwêy Ejdîhada deçrrê ..

çi Şewgarêkî sexte ..

Katê, Şemşemekwêran,

le Eşkewtî hezar hezara

le bûm û lêllî Berbeyana,

Çawî Kîjollan, helldekolln

Pêş ledaykbûn;

Nêwî şermin

Bergî cya

Yasay dirr

Rêsay şirr

be Ballayan debrrin …

*****

demew Xorawa,

paş ledaykbûn ..

Seregurîsî serdergan

Nîşaneye bo tolley Xwa û bellabûn ..

lebrî Şayî û çrran

Daykan degrin,

Korrî dilldanewe û giryan ..

be gwêzanêkî jengin

Nawkyan debrrin ..

*****

 

paş dare dare û pêgirtin

pêş xonasîn û heweskirdin ..

le Heremseray Xwakana

be çimşêrî Rik û Kîne

Hînyan debrrin ..

wek pasawdan

bo sirrkirdnî Wîjdan

Serweran, be Perrey Quraan,

Destî Tawanyan desrrin ..