Xewnî Jyanim
ke to Amêzt,
kirde Lank û
leser Baskit,
ratjenîm
aram .. aram,
kşame jêr
Lêfokey mnallîm
Efsune Xewê bû, dîm û
buwe Yadawerî Temenî sê Sallîm
êstaş lew Xewneda,
Kotrêkî Mallîm
êstaş paş sî Sall
bew Umêdewe,
her Roj, degerrêmewe Mall
le bêtoyda glarawme û
Dllim, Byanû degrê wek Mnall
hêştake tenyam û
*****
hîç Baweşê ..
nebote Aramge û Serpenam
hemû Rojê be Umêdî Şew
Şewîş .. çawerrwanî Xew
bezor Birjangekanim helldepêkim û
bo Dîdart leser pişte,
Dergey hîwam
ta carêtir, Sêberî Soztim berkewê
axir hêştake min,
Sawa sê Salle pellpigrekem û
Cestem,
Amêzî toy ewê
Gyanî gyanim,
Jîngey Jyanim
Dîdarî to hesretêke û
herdem le Xeyallmaye
Ewînî to Çrayêke û
le Sererrêy Şewanî tenyayîmaye
******************