çawerrêm be, dêmewe lat
ax .. bimbûre ..
em Sallîş nemtwanî,
Razekanî Welî dîwane
bo Kçe Cafê bixwênmewe.
Gyane çawerrêm be ..
lebîrimnekridûy,
Nameyekim be Ba sparduwe ..
lebîrm nekridûy, Gyane
le Gîrfanekanî awareyîmda
lete Awêney nozde Behar lewewberm hellgirtuwe
ew Awêney,
Xewnekanî tom têda dexwêndewe
ew Awêney,
Fallî bextewerîmanim têda degirtewe.
*****
Şewan pêş destemlanî Birjangekanim
Eşkekanî Herzekarîm,
le Lepî Yadekanta dexomewe
naumêd nebî le dwakewtnim ..
hêşta be Hîway ew Xewne,
Serm kas û Dllim pirr Xem
berew Hewarî Dêwane û Şem
Bnare û Bnar,
Şax û Doll û Deşt û Çem
mlî Rêga degirtuwe ..
*****
lem Byabane berîneda
lem Jyane Ruxsar naşîrîneda
bo kokirdnewey Yadawerîyekanim
Bistê Nîştmanî sewzellan ,
Lanzarêk nîye,
Dewarî koçerîmî têda helldem
çawerrêm be, dêmewe lat
Çram bo hellke,
hîwabrraw nebî ..
her ke Şew dahat,
bot degêrrmewe;
Şewanî Tarawge, çon le Xeyallma
debûme awêzanî Bejn û Ballat
***************
21î Azarî 2007