Ketwarî Xewnî min

Ketwarî Xewnî min

taze bedem Xeyalle bêejmarekanmewe,

Serm nabuwe ser Serînî tenyayî ..

Pêllwekanim wek Gllopekanî Hellebce,

pirte pirteyan bû

nemzanî çon awdîwî Xew bûm ..

le Zbilldanekanî ‘Manîla’ *

Kîjolleyekî Qij xawî Kepu pan

le dûy Plastîke kon,

Kêwezbllî Xwakanî kunawderdekrid

bedestî xom nebû, qîrrandam beserîda;

Kçî Xwa, Pencollekant brîndardebin

bê awirrdanewe, lêypirsîm:

” le kwêwe hatûy, hênde naagay? “

wtim Kurdistan ..

wtî ” nazanim, nembîstuwe,

lewe deçê Mnallanî êwe,

Xemî Nan bo Şwênî awa ..

pellkêşyan neka “

*****

pêkenîn û giryan

le wellamekem allan ..

wtim, Naylone koney nêw Gunyey kollî to

paş nojenkirdnewey bo Butlle Kola

Mnallanî Kurdistan, be Kîlo deyifroşnewe

rojane Jyanyan be Kîlo heracdeken.

*****

lepirr tund qîjandî:

” ay Qaçim, Şuşey pêdaçeqî! “

le Xem û Tirsî Azarî ew

awha daçllekîm, firyanekewtim

Brînekey bo xawênkemewe

Zrîkey ew û

Soy kone Brînî Nêwlepî rastî xom,

Futbolênî nêw Dirrk û  Dallî

Yarîgekey Tuwewşikî bîrxistmewe

***********

* (manîla) paytextî wllatî (flîpîn)e