Xewnêkî CwaneMerg
pêşkeş bew Hawrrêyey, ke pêş
ewey bîbînim û bînasm, Petî
Sêdareyan kirde Mlî ew û
Xozgekanî min le Hunerekey ewda
Gyanî Gyan û
Çawî ‘Karwan’m
Korpey xemzedem
hêşta be Janekanî to
katê ke Nawkityan
be Lêware reqey Nan brrî,
.. detlêmewe û
Xemê Serdllî girtûm ..
lew sawe Cestem
Kêllgey Jane û
Dllim qaqrre Byaban ..
Lêwekanim xewn,
be lêwarî Rûbarewe debînin
Destekanim ledûy
Cestem degerên;
ta le Karwanî toda
Hengawekanim Mlî rê bigrin
*****
min, tom û
to, dengî min
to Jêyek nebûy,
Çirrnûkî Merg bitjenê
to dengê nebûy,
letekîda Ejdîhay hezar Ser
qaqa pêbkenê
to, mnît û min le to
min le hîway toda,
Srûdekanî ‘ Joe Hill ‘ dellêmewe
min le Gîtarekey toda
Goranîyekanî ‘John Lenon’ dejenmewe.
*****
toyan tenya girt û
Xewnî giştman zrra
toyan tenya bird û
Naxî giştman guşra
bellam ewrro ya sbey
ême radebîn û to dêy
Karwanejêy Gîtareket
beagadênê, Xewallwanî Şar
ewsa Xewindzan debînin
Bejnit beriztir le Gwêje
Xewnit sewiztre le Behar
Xwênt sûrtire le Şorrş
Gîtareket turretre le Xellkî hejar
Hunereket le yaxîbûnekana
Merg deçrrê, bo Xuda û Sermayedar
*****
ewsa êmeş le Girdî Seywan
pêkra Srûdeket, dekeynewe dûbare
ta çîdî Serweran,
nekenewe Mlî Huner, Petî Sêdare