Şêxî Şêxan
Şew û Rojî nabuwe seryek, bo nasandin û aşnakirdnî Xellk bexudapersitî û plew payey pyawxasan û îmamanî pêş xoy. Hemîşe deygut : pyawî xuday debêt berdewam rêz le pêşînanî xoy bigrêt, hellekanyan bşarêtewe û le alltunawyan bigrêt, rastîyekanyan bkate wêrdî ser zubanî, taweku paşînanî xoy rêzî lêbgrin û Wêne bêejmarekanî bkene mîdallî sersinGyan û naw leber nawî pîrozî bgirnewe. Kargeyişte ew radeyey be xizmetkar û peyrrewekanî degut: debêt reng û botan wek min lêbken û wek min poşak bpoşn û rdên û smêlltan rêk bken, debê eme bbête sûnetî Komellge. Debêt xotan le derwêş û peyrrewanî şêxe droynekanî dîke cyabkenewe.
Rojêk derwêşêkyan le katî hallkirdinda, komellî dax û nasorî derûnî xoy hellrrişt û pêygut : şêxî dana meger birryar nîye, le dîwanî Xway mezinda giştman yeksan bîn, îdî boç to weha xizmetkarîman pêdekey?
Şêx ke çawerrêy weha rûberrûneyek lelayen kone xelîfeyekîyewe nebû, letaw turreyî û şllejan, awr leçawanî derdeçû, şimşêre textekey leklane derkêşa û çep û rast derwêşî dagirtewe, bellam hîç dadî neda û taze le Ayîn wergerrabû.
yaran û berdestanî şêx, hoş le seryanda nema û herçendyan dekrid, bêrrêzî û sûkayetîy xelîfey nmeknenas be şêxî şêxan û nWênerî xuday mîhreban, bo qutnededra û birryaryanda, xelîfey dûrrû le tekyey wedernên û şarbederî bken, Taku bbête nmûne û pend bo ewey Kesanî paş ew, newêrn beramber şan û şkoy şêx deng berizkenewe û le gwêrrayellî derbiçin.
Îdî lew Rojewe wşey ” na “û ” nexêr ” le ferhengî zmanda srranewe û sereta û kotayî her wellamêk be pêşgir û paşgirî “bellê qurban” kotayî dehat. Her boye destbecê szay cora û cor bo naşkurî û bolleboll danran û prru pagande û tometî djî xudayî xraye paş ewaney, ke beçawî rexnewe deyanirrwanîye fermayiştekatî şêx û şêxe pêşînekan û dwazde îmaman.
Roj le dway Roj şêx nuranîtir debû, şêx, çîdî şêx nebû, boxoy xudayek bû. Wtekanî wek bombî taymerkraw lêrew lewê deteqînewe û naw û Nawbangî şêxyan degeyande keşkelley Asman û frîştanî Beheşt kirrnûşyan bo debrid. Peyrrewanî, Rojî pênc ferze drudyan lo denard û le cejn û bîrewey bapîranîda nawî wêrdî ser zmanan bû.
Rojêkî heynî, ke wek Rojanî dîke demrrastî (şêxî bexuda bû) basî le xobirdin û dillsozî şêxî dekrid û bedem giryanewe delerzî, ke basî ewzate gewreyey dekrid, Mnallêkî çeqawesû qîjandî: babe xelîfe ehmed bo degrî?
Babî bedbext her hêndey bo kra demî Mindallekey tund dabxat. Lewlawe Hawellanî Mindalleke kirdyane Rojî xoyan: babe babe bo mame welî demî hawrrazî daxistuwe, hollî mizgeft, buwe aşî aw lêbrraw, xelîfe ehmed ke Kes gwêy le mew’îze dûr û drêjekey nemabû, ta hêzî têdabû nerrandî: Mnall û bezmurrezm bo derewe, gwêm le bolleboll nebêt, cenabî şêx herasan debêt.
Bare û hatuwe debê şanî bo şilkey, herçon bû bexoşî û naxoşî mindaran krane derewe û xelîfe qurgî bo safkirdewe û fermûy: çi nîye, wek şêx kerîm defermê: le gişt serdemekanda herze û helleşe hebûn, bellam behewl û qwetî xuda û hîmetî şêx, ewane herdem riswa bûn …
Denge deng û jawe jaw le derewey mizgeftê fermayiştekanyan be xelîfe brrî û her zarok bû hawarîdekrid:
Xelîfe û şêxî şêxan
Billqokekî awyan teqan
Dengî hênd gewrebû
Geyişte çomî çeqan