Gwêdrêjî rêbîn û zêrrîn

Gwêdrêjî rêbîn û zêrrîn

Hênde gerran, werrsibûn. Bist be bistî nawçey “Beharî”yan pişknî û daruberdyan beseryekewe nehêşt. Aramyan le berdekanî ew nawçeye hellgirtbû, bedway kerekey ‘husnî’da rêyandekrid û pêyan leşwên pêy nedetrazand. Kilkî beher layekda bcûllandaye, ewan weha bayandedawe. Kerî bedbext letaw qep û gazî mêş û megez, kilkî kirdbuwe alla û deyşekandewe, lewan wabû, çep û rastî rêgeyan nîşandedat. Carcare şareza û pişknêrekan lasayî roynî kere boryan dekirdewe.

Kerebor letaw germa û qaqrrî xewî be hellajyanêkî bin darxurmayekewe debînî û larelar wext bû bburêtewe. Keçî ewan gumanyan dekrid, ke boy heye kereke hestî be ştêk kirdbêt, boye narrwa.

Husnî xawenker wtî: min dezanim, ger ştêk learadabêt, zewîyeke tepey dêt. Hêndey dîke ewan dillxoşbûn, detut gwêyan bo semfonyakanî bithovin radêrawe, weha gwêyan le tepetepî pêy kereke lenêw xolle potekeda ragirtbû. Hêndêkyan çûbûne deryay Xeyall û zrrey zincîr û heyasey kerekeyan lê bûbuwe, zrîngey zêrrî nêw gorre konekan û laq û saqollî gwêdrêjekeyan lê bûbuwe, êsk û peykerey patşakanî konî mîsr.

Ewanî dîke tepey smî bargîrekeyan lê bûbuwe, dengî tepllî serkewtinî Hêrşî fîr’ewnekan û le Awêney Xeyallî xoyanda ahengekanî serkewtin û rêsay naştinî patşakanyan lêdedayewe. Carcare sîmay werzêrre rût û recallekanî ew nawe Xeyallekeyan dekirde rastî û rollî koyle bêejmarekanyan degêrra le Filmî Awêney Xeyallyanda.

Lepirr dadeçllekan û deste nermollekanyan lepşit gwêçkeyanewe radegrit, taweku dengî tepllî serkewtin baştir bbîstin.

Bellam husnî bêçare letaw germa û teputozî byabanî û rêkirdnî bêwuçan, le Şeqamerrêy Xeyallîda berew Mall mlî rêgey girtbû û lepşit derke lewhînekeyan çawerrêy kîje çkole pirç lûl û çawrreşekey bû, Dergey lêbkatewe û xoy bhawête amêzî û deste xirpnekanî ragrêt “babe çokolêt”. Lepirr gwêdrêje bêçareke letaw roçûnî laqî berroxe circêkda, debête nexşî ser zewî.

Husnî bêçare Baweş bemlî gwêdrêjekeda deka û deyewêt berzî bkatewe, henaseswarî gwêdrêj û hera û çepllerrêzanî pisporrekan, husnî tûrredeken. Herçendî dest radeweşênêt û hawar dekat “kure bargîrekem laqî brîndare, yarmetîm bden taweku laqî le roxekeda derbihênmewe”, bellam ewan letaw şayî û loxanî xoyan, agayan le xawenkerî bêçare nîye.

Pişporekan lexoşyana nazanin, çîbken û çon hestyan derbibrrin. Lebrî derhênanewey laqî gwêdrêjî bedbext, her yekew pelamarî şwênêkî deda û Maçîdeken û raydemûsin û heryeke naznawêk beBallay debrrêt; Babî babim gwêdrêj…, zanay zanakan gwêdrêj…, dahêner û bîrdoz gwêdrêj…, serokî serokan gwêdrêj…, padşay padşayan gwêdrêj …, xuday hewt Asmanekan gwêdrêj ….

Bem core debête qse û bas û bênewberde. Yekêkyan dellêt: boy heye gwêdrêj hestî bunkirdnî zêrr û zîwîşî hebêt, yekêkî dîkeyan êjê: bepêy ew dozey ke dellêt Gyanî mirdwan deçête cestey zîndewerêkî dîkewe, egerçî wllaxîş bêt, ewa boy heye Gyanî ew fîr’ewney naw em gorre bêt, çûbête cestey em gwêdrêjewe, boye be êmey nîşanda. Yekêkî dîkeyan hellîdayê: nexêr boy heye …

Husnî bedbext, hêndey dîke werisdebêt û beseryanda hawardekat: gewcîne laqî bargîrekey min lew roxeda derbkenewe, îdî beqewrî Babî babtan, çîye û çîdebêt. Wamzanî Mrovin û Ajelldostin, nemzanî bargîrekem le êwe zanatre. Dest beserugwêlakî gwêdrêjekeyda dehênê û leçawe Xemzawîyekanî derrwanêt; ay gwêdrêje zana û bedbextekem !

*sûjey em tenze, beserhatêkî rasteqîneye, ke le kotayî sedey raburdûda lenzîk ehramekanî wllatî mîsr, katêk ke komelêk pisporr deçne ew wllate û gwêdrêjêk bekrêdegrin, taweku kereste û şmekekanyan bo bigwêzîtewe bedway gorr û xezêney jêrzewîda bgerên, lepirr le nawçey ‘rbî’ye’ laqî gwêdrrîjeke be roxî zewîda deçêt û debête hoy dozînewey gencîneyek