alle Hawsê
Paş maweyekî zor, em ser û ew ser û bênewberde, twanîm Serpenayekî kemê guncawtir le kuneçeqellekey pêşûm bedestibênim. Fre dllim pêyxoşbû, çunke demtwanî hêndey sînîyek Asman bbînim. Herçonê bû, çtekî tazebû. Herçendî debû, leyek katda xanuwe koneke pak û spî bkewewe û xanuwe nwêyekeş kaxezdîwarî lêbdem, bellam her fre dllim pêêxoşbû. Hêşta piştim lejêr ew karaneda rastnekirdbuwewe, zengî Derge lêdra û letek kirdnewey Derge, sê Kes xoyan hawîşte jûr û bê yek û dû kewtne pişknînî jûr û holleke. Çîtan lêbşarmewe, tris swarî dllim bû û dllim kewte tepetep. Lêdanî dllim geyiştbuwe xêrayî sim le zemîndanî şîne espêk le xardanda. Xemî ew dunyaye bûbuwe motekey ser dllim; to bllêy min hênde gewc bûbim, behelle xanûy Xellkîm lebrî xanuwekey xoman pak û amadekirdbê. Ewan bebê mollet, xerîkî pişknîn û berawirdbûn, mnîş keştîyekem le deryay tris û Xeyallda roçûbû. Herçendim dekrid, tênedegeyiştim çi base, başbû, pyaweke be Baweşê smêllî paş û pêş taşrawewe gurrandî:
– emin cîranî engome.
Kemêk hatmewe serxom û twanîm grêkwêrey metelleke tozê şilkem, bellam hêşta lêm roşinnebû, ke dû jnekey tekî çîn û kên ? Her çonê bû, tozê xom gurrkirdewe û lêmpirsî:
+ betenya to ?
Wek leyekdanî dû gewallehewr, pirsyar û wellameke leyekyanda û hewretrîşqeasa, wellamekey legwêçkemda dengîdayewe:
– çon betenya, meger nazanî ewane jin û Mnallmin?
Becorê perdey gwêm lerîyewe û kipbû, ke destbecê nemtwanî wellamî bdemewe. Paş kemêk hepesan gutim:
+ nexêr kake, le kwê bzanim ?
Wek glorbûnewey bermîle newtêk, xellbe xellbêkî kirdû û gutî:
– kakî bra, emin le xêzanêkî xanedanîme û şkur musullmanîşm, edî ku, xo eme wekî ew gawrane bêesll û fesll nîn!
Ta ew sate hênde şêwabûm, agam le Hawelle ellmanîyekem nemabû û befermayiştî bray musullmanda zanîm, ke Hawellekem lem keynubeyne waqîwirrmawe. Tris û qîn serdillyangirtbûm, naçarîş debû wellambdemewe, egîna şeqimdebrid. Boye pêmgut:
+ dyare, kake bexoy dyare, pêwîst be gutin nakat, Xellkî xanedan le dûrrra hawardekat. Ey lo le seretawe netgut, xo Gyan geyişte kunekepûm, wamzanî behelle Mallî Kesêkî dîkem dagirtuwe.
Nazam çon bû, jin û kîjekey berew ême hatin; bo pirsyar yan hezyan le gwêrrayêllan le şanazîyekanî kakim bû! Bellam kakî Hawsêman çend car him. Him, detgut matore û gazî dedenê, be zmanî xanedanan hewllîda byangêrrête dwawe, ke zanî bêsûde naçar têyquçand. Le demî Dergekeda bellay rastda awrrî dawe û gutî:
– emeş xanûy êmeye, supas lo xuday, ke ew gawrane drawesêman nebûn!
Bexêrayî derkegem bedwayda daxsit û oxeyekim kird. Hawelle ellmanîyekem ke ta ewkat demî bûbuwe telley teqîw, bzeyekî hatê û gutî:
– ewe çyandewîst, kêbûn ?
Dyarbû le sereleqê û destirrakêşanekanî kabray xanedan têgeyistbû. Her çon bû, be çwar wşe ellmanîyeke bêserunerkey xom têmgeyand, ke kên û bo hatbûn. Hawellekem kemê ramaw gutî:
– demêke deyannasî ?
Mnîş bekemê şermewe gutim:
+ nexêr.
Pallî be Pencerekewe da û mjêkî le sîgare destipêçkekey da û gutî:
– ey çon awa bebê qse û bêmollet xoyan trincande jûrewe, lay êwe Xellkî awehan?
Hêndey dîke areqe benêwçawanmewe wişkbuwewe, herçon bû gutim :
+ na, nexêr ..
Naçar basekem badayewe ser Peywendî gallkêşan be bêkarîyewe. Dillxoşîm be xanuwe nwêyekeman wek kurte xewnêk le naxma şwênî bexonegrit û serî xoy hellgirt. Peşîmanî buwe mîwan û Xemîş lebanî. Axir çon detwanî çend Sall letek Hawsêyekî awhada bjît û hest beasûdeyî bkeyt ? Wellamî em pirsyarem bo nedozrayewe. Hawserekem gutî: dey dey toş hênde şit be qurs wermegre, têkellawîyan nakeyn û brrawe. Mnîş gutim awa boman bilwêt, xrapnîye.
Roj hatû Roj çû, wek hemû Rojanî heynî, paş tewawbûnî kar, bepele xom geyandewe Mall, taweku Nanê bxoyn û bçîne gerranê. Bellam ke hatmewe dîtim, hawserekem werrs dyare. Kirdme şoxî û gutim:
– çîye xanmekem, çî rûydage, xo genmekeman afat lêynedage?
+ Nexêr, erê to çont zanî, kabray Hawsêman gelek le nehzey
îsllamî xraptre?
– Kçê hey xane xraw, ewane her hatne cwaw, kelle şekrê deken tewaw, yan yeksere Mrov deken raw.
+ erê xoyetî berrasî, wek kerekey xoman, xasî denasî.
Ke dîm şteke berrasîye, destbecê pirsîm:
+ bo çî buwe, çi rûydawe ?
– Çiştekî wanîye, emrro çûm postekeman bkemewe, lutim belutîyewe teqî û gutî ” erê xuşkê, ‘eyb nebê ku serpoşî beserda nadey, meger engo musullman nîn, ey nazanin remezane? “
Mnîş gutim : ba, bellam ême Rojî nagrîn.
Lekatî qse gêrranewekeda hênde pelem bû bzanim çî û çî gutuwe, wext bû şeqberm. Gutim:
– ey nettwanî pêybllêy kake beto çî, meger min bejnekey to dellêm bo wek yapraxî gellamêw xoy pêçawetewe !
+ min becêmhêşt û zor leserî nerroyiştim.
Hêndey dîke dillxoşîm bexanuwe tazeke, bû be billqî seraw, detgut kabra Şew û Roj swarî serm buwe, hênde lêy pestibûm. Her meprisn. Roj hat û Roj têperrî, em careyan bextijmêrekey ew xrap sûra û bextijmêrî min leser helî zêrrîn westa. Rojêk nexoşbûm û nemtwanî bçim bo ser kar, diktor molletî nexoşî bo nûsîm û larelar gerramewe Mall. Leberderkey Mall bedem bnêştcuynewe, beyanî başm le Hawsêyekî rusman kird, ewîş bedem pêkenînewe gutî:
– fllaneKes dellêy to berRojî nît?
Pirsyarekey lelam fre seyirnebû, çunke ew Rojane ew pirsyaranem fre lêdekran, ke lekarge deyanbînî wek ewan hemû ştekan dexom û le SallrRojî le Daykbûnekanyanda şerab dexomewe, em pirsyare wersîkirdbûm. Bellam beserxom nehêna, dyarbû be herawhuryay Malle xanzadanda zanîbûy ke remezane, lewe deçû, çûbne seryan û pêyangutbin: ” em bang û sellaye çîye, xo mizgeft nîye û kabray xanedanîş, kemêk mew’îzey lo kirdbin” boye bedem pêkenînewe wellamim dayewe:
+ nexêr, hêşta remezan negeyiştote Mallî ême.
– çon, tênagem, meger geyiştnî remezan, çone ?
+ dezanim lelat seyre, dezanî çone?
– çone, bom baske?
+ leberewey Mallî Hawsêkeman xoyan watenî le ‘îraqîş xanedan bûn, boye wa xêra remezan geyiştote layan, dyare befrroke loyan nardûn. Bellam ême lewêş hejar bûyn, boye be wiştir lomanî denêrn û dreng degate laman !
Kabra hênde pêkenînî, Xem û pejarey em Sallaney dwayî derdayewe, bedem qaqay pêkenînewe destî bo xanuwekey
Ewberyan rakêşa û gutî :
– Rojêk be minyan wit ” ba bçîne kenîse şerabî pîroz bxoynewe”. Mnîş gutim: kure babe bo hênde kîlometir debrî lo kewçke şerabê, were kin min, ba butllêk şerabî kont bdemê, hemûy boxot.
Bedem qaqay pêkenînewe, bepêplîkanekanda serdekewtim, yekrrast kabray drawsêman bekomellê rîşî bêsmêllewe wek cindokey leberdemim qut buyewe, rastîyekey daçillkam. Axir hêşta tirsî dêw û drincî Çîrokekanî nenkim le naxmana derneçuwe. Rengî zerd û rdênêkî çillkin û qangidrawî sîgar, nawçewanî grij û tund wek eşkencederekanî be’si trisnak bû. Dyar bû gwêy legallte û gepî ême bûbû û kurre mêrd Mnallekey boy kirdbuwe kurdî, rkukîney kefî deçrand:
– erê kake to ‘eyb nakeyt, ke bexot Rojî nabî, lo letek gawran galtey beîsllamî dekey ?
+ bo fllanekes, çi buwe, xo basm bexrape nekridûy ?
– ey ewe çîye, ew hemû gûXwardnet?
Be henase birkêwe gutim: bbûre ke min natwanim, Gullawî wa ledem
Derkem, bellam dekrê pêmbllêyt, ey to kê bekrêy girtûy rê le hawserekem bigrît û wek polîs bîdeyte ber pirsyar, bo hîcab napoşn, bo Rojû nagrin, bo swarî payiskîl debin, bo letek gawran qsan deken, meger to çît?
– ey lo êwe lexotan gorîwe û dellên ” ême xoman be musullman dananên?
Em car gutim: ca beto çî, dellêy biznî bem rîşetewe, hemû kurdtan leberçawî em Xellke kirduwe be Xellkî nyandertall.
Kabra ke zanî lêy prrim, wek mirdû demî daçeqand û çuwe Xwarê. Bellam qînim danedemirkayewe, ewendey firyakewtim û pêmgut: hênde musullmanî lo parey soşyal û karîtas werdegrî, xo le s’udîyewe nayêt, bac û xeracî leşifroşxane û meyxanekane, kakî musullmanî xanedan?! Wa dyare to Goşt naxoy, bellam Goştaw dexoy, ha ?!