Hestanewe
Jacques Prévert
w . le Farsyewe: Hejên
min demewê bmirm
min demewê Milyardê car bmirm û
le Dunyayeka zîndûbibmewe,
ke Hawsêkan beyek Aşna bin û
Xellkîş
gişt Rengekanyan xuşbiwên.
demewê le Cîhanêka zîndûbibmewe
ke Evîn, be nirxî Xende bê
Pyawan, nemrin
Jnan, negrîn
Mnallan gişt Bawkî xoyan nazbken.
Dadperwerî Baxê bê,
Xellk têyda Sêwî yeksan bxon
Yeksan bjîn û
Yeksan bmirn.
min demewê le Cîhanêka
hestmewe
Kes le carêk zyatir nemrê
péşkeş be Mindallekani ” Kawe Germîanîy” û gişt Mindallani Bawk û Daîk kujrawî Cengî néwxo
* le Pertûkî ( ” Himçun Kuçeay be întha” tircme : Ahmid Şamlu) wergîrawe û pêştir le Jmare (9)î Payîzî 1999î Govarî hunerîy ‘ Jîlemo ‘da bllawkrawetewe. Lêreda be kemêk çaksazî le Darriştin û Rênûsda dûbare bllawîdekemewe.