Rêjenabestim

Rêjenabestim *

ax le rêjebestnim le Cengî nwêda
le kotayî Cengekanî pêşûy Brîtanyada
Wllatêkî taze hate peydabûn
Xwênêkî taze kewte bzûtin
bellam min çîdî rêjenabestim

mnîş beşî xom le Hîndosekanim kuştûn
le hezaran Cengî cyawaza
lewê bûm le Çaxe gerrokekana
Droy zorêk le Pyawanim jnewt
Mergî zorêkim berçawkewt
bellam min çîdî rêjenabestim

hemîşe Pîrekanin berew Ceng ramandepêçin
hemîşeş her Lawekanin lenêwdeçin
binwarre ew hemuwey, ême be Şimşêr û Tfeng bedesmanhêna
pêmbllê hemû ew giştey dehêna ?

bo dzînî Kalîfornya le Wllatî Meksîkan
le Cengêkî nêwxoy xwênawîda cengîm
bellê tenanet Bray xomim kuşt
herwa çendanî dîkeş
çîdî rêjenabestim

hêrşim birde ser Sengerekanî Allman
le Cengêkda ke kotayî begşit Cengekan hêna
ax debû Milyonê Mrovim kuştba
henûke deyanewêt dîsanewe bimbenewe
bellam min çîdî rêjenabestim

hemîşe Pîrekanin berew Ceng ramandepêçin
hemîşeş her Lawekanin lenêwdeçin
binwarre ew hemuwey, ême be Şimşêr û Tfeng bedesmanhêna
pêmbllê hemû ew giştey dehêna ?

bo dwa ferman be Asmanî Yabanda frrîm
çandinî Qarçikî jehrawî bêejmar
katê sûtanî Şarekanim dît
zanîm xerîke fêrdebim
ke çîdîke rêjenebestim

her êsta Hawarî Raberanî Kargeran, Kargekanî Muşek dadexen
Hawarî Yekgirtûy Mîweçnan le Kenarekanî Kuba
“Aştî” pêdellên ya ” Djexunî”
“Ewîn”î pêdellên ya “Hokar”
bellam min çîdîke rêje nabestim

Phil Ochis
w. Hejên

*****************************************************
* rêjenebestin be watay neçûne Şerr û cengîn