Zengî Ceng
kameye, Koylan
Wllatî ême, Wllatî ewan
katê, çwar Werzî Sall
Mallbekollîn
Dest le Mlî,
Şeqamî sard û çollîn ?
*****
hîç le xotan pirsîwe;
boç êmey bêmall
Snûrman tenîwe?
Mnallman rutelle û
bexoşman, Bergî drrindeman poşîwe !
herdem Çray Mallman kiz û
Ruxsarman zerd
le Sermawerzî Bazara,
Bzey serlêwî Korpeman, tezîwe !
*****
dête Bîrtan, katê Komune
lenêw kelawey Cenga
Mergî raw na
Zîndanekan ruxan,
Pepuley Ewîn, azad hellifrrî
lebrî giryan, Eşkî Şadî
be gurr leçawman xurrî
ne bjî Gel û
ne ey Nîştman ..
ne Wêrdî Koyle,
bo Xway Efsanekan
Mall be Mallî Hejaran
pirr be Gerûy Komunyaran
Sengere û Senger
Srûdî Mergî Sermayeman
be Gwêy Cîhanda çrrî ?
*****
tawê Gwêrradêrn û Bîrî benê
boçî Supay Gel û Nîştman
Lûley Çekî,
Nîşane degrête Singman?
demê, bo Nan mandegrîn
demê, djî Şerr
le nêwendî Şar, denghellbdebrrîn
demê, ke bo Azadî, hemuwan pêkrra
deçrrîn, bimrê Sermayedar !
*****
hîç le xotan pirsîwe,
boçî wa azadin, demê;
bo Xway Asman û Zewî,
dengdeden ,
bo Yasa û Rêsay Serwerî,
Mil keçdeken?
bo azadin, ke xo bkujn
ya bêne ser min û
dwa Qumî Şîrî Sawakem bidzin ?
*****
bellam, katê her ke wittan
cîhane, Wllatî ême û hemuwan
deşêwê Derûnî Xwa,
dewrujê Polîsî debeng
xêra Zengî Kllîsa û Kinsêt,
Bllindgoy Mizgewtekan dêne Deng
Rêje debestin, Kurranî Xwa
ta bipllîşênnewe, Kasey Serman
Kollan be Kollan, Derge be Derge
Şewkutanî Fermanrrewa
Rapêçman deken, norey Merge
ta nelerzê Quçkey Textî,
Nezmî nwêy Sermayedar !
************
Ogustî 1998