Hellebce

Hellebce

Her Kes hat û

Nawêkî key .. Lênay

Milwankeyek,

Le wşey frîwderaney ..

Le mil allay

Tacêkî jenginînî hezaran Salley,

Lesernay

Weku xwa,

Hezar û yek, nawyan lêtna;

Şehîd

Şajnî nîştîman

Xuşkî hema

Tenya û tenya,

Nawî xot na !

Ta nawî xot ..

Şarî hellçûn û xroşan,

Bsirrnewe lebîrman

 *****

Her Kes hat û

Be rengî cadûîy,

Tabloyekî bo kîşay ..

Wek dêwcame,

Bo şêwanî rastî ..

Ta ruxsarî xot

 bşêwênin leberçawman

 *****

Her Kes hat û

Çêrokêkî bot nûsî,

Beserhat û

Mêjûyekî  pirr Dro ..

ledaykbûnî Mîr û Şêx û Beg û Axa

Hembaneyekî pirr dro û (hemd) û (sena)

tenya û tenya,

Mêjuwe xwênawîyekey xot na;

ey Şarî yaxîbûn û Xopêşandan,

kray be tabloy Mergî xewnman,

 *****

Taqîgey أarawî Sermaye û

WÊrangey Şer û Aştî Dujimnan ..

Wêstgeyek bo Şemendeferî Ceng û

Gorristanêk bo Jyan

Meyxaneyek bo Şerabnoşî

Ehrîmen û Xwakan

 

*****************

Azarî 1999

 

 

*  pêştir le jmare (7)î govarî hunerî jîlemo da , benêwî (Ape)ewe bllawkirawetewe.