Komune

Komune

min Tarmayyekî tuqênerm

le Pirxey tewezelîy Mşexor

herasan û

le bedengyî Şewezenga,

xewizrrênî Serwerm,

min ruxênerm …

 *****

min bangî ‘Komune’m

bo rizgarî Peyamberm

Cestem tezîwuy,

Jêr Bestellekî hefta Salley Sîbirya û

Gwêm kerrî,

Hera û Zenay Nezmî kon

Mûluley Xwênim,

hencrawî ber Xencerî Serwern

ewêk benawî mnewe,

le Part û Netewe û Nîştîman dedwê

 *****

Min Karwanî Komunyaranim,

hatûm û berrêwem

Tînêkî dîke be berdakem

le Dllî germî Kanekana, bjêmewe

Be hetwanî maçî,

Lêwî wişkhellhatûy Lanewazan,

Brînekanim sarrêj kemewe

 *****

hatûm û berrêwem..

le Taran û Berlîn,

le Şîkago û Orşelîm

le Mmosko û Kabul

le Helêr û Istanbul

lenêw Rîzî Mangirtûy,

Kenasanî Turkye û

Meşxelbedestanî Allman

Posteçyanî Emerîka û

Aştîxwazanî Îsraîl

pir be Tasey Lêw bo Maç

pir be Çawanî Korpe bo Sozî Dak

pir be Arezûy Pîran bo Lawêtî

pir be Hêzî yekgirtûy Koylanî serdem,

lem Rojî yekî Ayara

Şeq le pêruzî Sermaye helldem