Aştî Merg û Şerrî Jyan
mnê, ke birsêtîm
Şewgar şeqdeka û
berew Herracgey Jîn,
her Roj berrêmeka ..
ta Kulêreyê, leber Tîşkî
beparekrawî Xora,
bibirjênim ..
*****
mnê, ke be Roj windebim û
Şewanîş xom nadozmewe ..
çon detwanim û
Awezm deygrê,
Xewn û Xozgey xom
le mlî brayî toda bhonmewe
*****
Serdemêke dezanim
to be min namoy
to Moraney Bîrî aferênerî
min herdem bêbeş û
to brawe û Bra serwerî
brayî to bo min ..
seretay Merg û
Xewnî xefllete
to leser Renc û Jyanî min
hemîşe Mşexorî,
to bo mn Çewsênerî
******
Ayarî 1999