Gerdelûlî Aştî *
em Êwareş
Hewr sûr û
Ba-reş beqîn,
Estêrekan le Dillmana
kiz desutên,
Tofan hestawe û tûrre
Şepolekan gêçdexon
Xew le Çawî Jyan dezrrênin
Şemşemekwêran ..
Mang rawdenîn,
Gurggel, mirxe le Mêgel degrin
Rêwî û Çeqell, Gel .. Ggel
bo gendexorî
dên be lûre;
bo Pezan, Jyan
Tirsêkî qurs
bo Gurgî har ,
Hezêkî tûrre
Bê berhellist ,
Cîhan, bê berhellist
bo Tînuwanî Xwên
bo ewaney leser Rencî ême delewerrên,
Asmanêkî bêsnûre
******************
Ayarî 1999
*pêştir benawî (ape)we bllawkrawetewe