Rewî Yadawerî û Snûrekanî Nîştman

Rewî Yadawerî û Snûrekanî Nîştman

 

dezanî çî,

wa min û toy pêkewe grêdawe?

Yadawerî Rojanê,

Ke qed lebîrnaçnewe ..

Rojanî Dare Dare û

Rojanî Dilldarî be dzî Xwawe ..

Rojanê ke Bombaranekan,

naçaryan kirdim;

bitgirme Koll û

bedzî Yasawllekanewe ..

Gund be Gund û Şare be Şar

letek Koçî qereçêtîma bitgêrrm

lenêw Dillma bitşarmewe.

*****

ew Rojaney, ke Fermandekan hatin û

pêyanutîn ” êwe Qereçin û

Nîştmantan nîye”,

pêş ewey ewan bên,

min le Amêzî toda

Dare Darem dekrid ..

hatin .. Çawî min û

Drextekanî Serî to hellkenin.

lew sawe Xwênî min,

Larûmetekanî to Suraw deka

Xemî toş, Dllî min lêwaw lêw ..

lew sawe Mergyan le Naxma dakutawe,

toyan bird û

mnîş bêgyan kewtim,

Kesîş nebû Dergey ewan

berdbaran ka.

*****

Gwêm lêbû witt ” firyam kewe,

Singimyan kirdote Tepill û

leser Nawkim be Espe dêzekanyanewe

xerîkî Sema û Simkolln “

Berebeyanêkî zû bû,

bwaryannedam le Xew rabim

be dway Espekanyanewe,

berew Byaban rakêşyan kirdim ..

Bîneranî Qerax Rêgake, Helheleyan lêdeda

Kes agay le Hawarekanî min nebû

na .. rastre bllêm

Kes nebû, bllê boç wayanlêkridûm

lew Rojewe min bêwçan helldêm û

Laqekanim rawimdenên..

Tris berewpêş pallmipêwedenê û

Yadawerîyekanim berew dwa,

pelkêşm deken ..

le her Gund û Şarê, Xozgeyê

le her Wllat û Kîşwerê, Nîştmanêk û

Yadawerîyekim lê becêmawe..

*****

Rojekanî temenim,

Gerdexollî priş û bllawn

le parçekanî to deçin ..

le Parçey Namey drrawî

Dilldarêkî dllişkaw deçin ..

Kelênî lêktrazanyan pirrnabêtewe.

herçend dekem,

laye layey Daykim û

şerimne Nîgay Kçe Drawsêkeman ..

Qaqay pêkenînî Hawpolekanim ..

Arastey Koçî Ballinde bênîştmanekan ..

wek Seredawî Yadawerîye winbuwekanim

lem Byabane bêşeqameda,

bo nadozrêtewe

ewsa temenim

hêndey temenî,

Kêle bênawnîşanekanî Hellebce bû.

*****

ew Kat Dllî şkawî mnîş

çawerrêy Destêkî nask bû,

Brînekanî sarrêjkatewe.

ew Kat Ruxsarî hellbriskawm

çawerrêy Kîjolleyekî yaxîbû,

be Maçê,

Xemî dabrranî leser bişwatewe

*****

bellam hey hû

çawerrwanîman bêsûd bû ..

ne Kîjî Xewnekanî min,

le êwarewextêka hat

ne Xewnî Mrovekanî Cengellêş,

bû be Serhat ..

ne Kes dezanê,

Xêzane perewazekanî Germyan

çîyan beser hat ..

xo debînî mnîş;

*****

Xemî tom lênîştuwe

Xemî Azîzanê,

ke le Amêzî toda Xewyan lêkewt ..

Xemî Azîzanê,

ke le Kollane Birsîyekanî toda

bêcge le Ceng, hîçyan bernekewt.

******

kwan ewaney birryar bû:

çawerrwanî to û

Karwanî gerranewey min, grêden?

kwan ewaney birryar bû:

le Yadî Kostî toda,

Bilwêrî Şwane gumnawekan lêden?

kwan ewaney,

Swêndyan be çawekanî to

be Pirrçekanî to

be Memkekanî to, dexward ?

kwan le kwên ?

le Eşkewta ya le Parleman

le Meyxanen ya le Leşifroşgekan?

*****

meger birryar nebû

Ferşêkî sûr ..

le Asmanewe ta ber Mallî to raxen ?

meger birryar nebû

Pasportêk be Wêney towe,

bo êmey Lanewaz berrêken ?

kwan, le kwên ?

xerîkî çîn ?

le kam Korrdan ;

Korrî Gyanbextkirduwanî to,

Ya Korrî dilldanewey Etkkeranî to ?

***************

16î Azarî 2007