Serabî Nîştman

Serabî Nîştman

lêm mepirse

boç wa wersim;

                        le Jyan

                        le wajokirdin 1

                        le derhênanî Pare le Kun 2

                        le xwardnewey Bîre û

le Şayî û Semay Dîskokan

*****

lêre Hawkareket, Hawsêket

Hawpol û Hawgeştekant

Cesteyekin, Bêzman

lebîrbrawn ..

Spêdebaşî Beyanyan

*****

lêreş Mrov;

Naw û Kodêke bo kartî Dengdan

lêreş Kar û Berhem,

namon be Bkerekan

lêre Gull tenya Ruxsare,

wek Azadîyekey Kurdistan

lêreş bext dyarîdeka,

Çarenûsî Mrovekan

lêreş wek lewê,

“Jyan herzantre le Nan” 3

*****

lêm mepirse

boç nagerrêmewe Amêzî Nîştman

boç bebadedem

Satekanî Temenim,

le Henderan

boçî Xozgekanim, dekeme Kolare û

hellyandedem bo Asman ..

boç bûmete Mamexeme û

Rîş û Smêllm qangdawe,

wek Gallkêşan

*****

dezanî bo;

ey Hawsê dilldzekem

ey Hawpolekey caran

ey Gulleberojefroşekey berdem Fêrge

ey Celadekey Asayşî giştî

ey Hawrrêkey Yekêtî Bêkaran

ey Çayçîyekey Gazîno Behar

ey Rojnamefroşekey kin Qela

ey Barhellgerekey Akrê

ey Qaçaxçîyekey, Rêy Şemzînan

ey Gyanî terebûy,

Xinkawanî Rêy Îtalya û Yonan

*****

eger Nîştman

bû be Mangayekî zerd û

hemû Rojê butllê şîrî

bexşîye Mnallanî hetîw û birsî

mnîş Pêllwekanim dekeme Şûrey..

Serm dekeme Sengerî kollnedan

*****

eger Nîştman

bû be Kêllgekanî Ketalan 4 û

Kanîyekanî bûne,

Balanwênî Ewîndaran..

mnîş Çek dekeme Şan û

be Gyan deyparêzm,

le Hêrşî Frankokan 5

*****

eger Nîştman

bû be Şeqamî Ewîn,

bo Pyasey Êwaran..

mnîş Giskêk be Destewe degrim û

xawênî dekemewe,

le Zibllî Xwapêdawan

*****

eger Nîştman

bû be Serpenay Lanewazan

mnîş Dllim dekeme Patîtextî ..

Dest û Laq û Serm,

dekeme Şarrê, hêllî Şemendefer, Kollan û Meydan

*****

eger Nîştman

bû be Karge;

bo Hawell û Hawpol û Bêkaran

mnêş debme Amêrî Kar û

bo Mnallan çêdekem,

Çuklêt û Cilkî cwan

*****

 

eger Nîştman

bû be Şîrxorge û Baxçe

bû be Fêrgey dabrraw le Asman

bû be Mozexane bo

Peykerî Şêx û Beg û Ramyarkaran

mnîş boy debme Çawdêrî Rêge û Ban 6

*****

eger Nîştman

bû be Çêştgey giştî,

Cilşorge û Kaban ..

Mnîş bo Jnanî le Ewîn tînû,

debme Cêjwan ..

debme Hawserî Çawerrwankraw

degerrêmewe le Nugreselman

*****

eger Nîştman

bû be Parwenanî germ,

be Nwênêkî xawên û cwan

mnîş bo be Sallaçuwan,

Destim dekeme Goçan

*****

eger Nîştman

wek Zanon 7 bû be hî hemuwan

mnîş bo Parastinî,

le Hêrşî Çetekanî Derya û

Jawe Jawî Mîdyakan

Cestem dekeme Dawell û

Birjangekanim dekeme Pasewan ..

wek Xanîysa 8

Çawekanim dekeme Gllop û

roşn dekem,

Şeqam û Kollanî Tarîkistan

*****************************

1. Le hendê Wllatî Ewrupî, Bêkaran dû Hefte carêk, debêt, biçne îmzakirdin, bo selmandinî ewey ke be dway Karda degerrên û bo wergirtnî brre pareyek, ke beşî jemê xwardin le çêşxaneyyekî pênc estêreda, nakat.

2. Mebest le parederkêşane le bankda, katêk ke karî fermî bkey ya bîmey Komellayetî û bêkarî werbigrî, naçardebêt kartî bankêkt hebê, bo ewey çawdêrî bjêwt bken û bankekanîş sûd le parekey to bebê beramber,werbigrin.

3. Em destewajewe honer şêrko bêkeş le honraweyekî da bekarî birduwe û goranîbêjan necmedînî xullamî û bekrî lekzî kirdûyane be srûd.

4. Le espanyay 1936-1939 le nawçey ketalonya be destipêşxerî sendîkay kargerran û hellsurrawe enarkîstekan, karge û Kêllgekan krane mullkî giştî û karî herewezîyan têda rêkdexra.

5. Cenerall franko, ew faşêste bû, ke espanyay Azadî, kird be dozex bo kargerran û Zehmetkêşan û beheşt bo paşa û Sermayedare Mşexorekan.

6. Mebest le polîsî rêgawbane.

7. Karxaneyeke le Erjentîn, ke lelayen kargerranewe beşêwazî herewezîyane berrêwe debrêt û berhemekeşî bepêy xwastî kargerekan û pêdawîstîyekanî komîwnîtîyekey deruberî dabeş dekrêt.

8. KHanyisa wşeyekî (Zulu)îye û be watay runakirdnewe dêt, zor nawendî xêrixwazî hen. Herweha le başurî efrîka wek hewllêk bo bergirtin be dewllet û beşdarînekirdin le dengdane parlemanîyekanda, xoberrêweberî şarewanîyekan lejêr ew naweda seryanhelldawe.