ba Xozgekanim tenya nebin

ba Xozgekanim tenya nebin

menû Dare gyan menû

menû, em Şew menû,

namewêt em Şew zû bnûy

em Şew,

çîdî Çîrokî Zêbra û Peresêlke terekant,

bo nagêrrmewe

em Şew, namewêt bnûyt

demewêt pêş ewey Rojî xot dabêt,

Çîrokî xomt bo bgêrrmewe..

Çîrokî Mnallêk,

ke le sê Sallîda debû pyaw bê;

wek Pyawan, danîşê û

wek Pyawan, be Rêda birrwa û

wek Pyawan, supasî koyletî xoy

bo Xuda berew Asmanekan rewanebka.

*****

Çêrokî xom,

Çîrokî Hawellanim,

ewaney bîst û hewt Sall lemewber,

lejêr Dar û Pirdûy Kelawekanda nêjran

to netnasîn ..

pêş ewey to ledaykbî,

ewan ledayKçûnewe;

hendêkîşyan Xumparekanî Komarî Xwa

le dehemîn Beharî Temenyana,

wek Goştî dem Çerxî Qesabxanekan

Hencirr hençrrî kirdin ..

Gyanyan bo Beheşt nefrî,

Frîştekanî Xwa

bo Dozexyan berrêkirdin.

*****

Azîzekem, Gyanî Babe

namewêt, Xembart kem,

demewêt tawêk Gwê le Xemekanim radêrî.

Gwê radêre ..

emaney bot degêrrmewe, Efsane nîn,

emane sate zînduwekanî Temenî min bûn,

ger Babet xoşdewê, Gwêm lêrradêre û

bbîne, çon her be Mnallî pîrbûm;

sê Sallan bûm, ke Daykim mird,

mird ya hezîkrid bimrê,

nazanim, hênde nebê,

ke Ruxsarî Xemgirtûy ..

le Ruxsarî Xwayekî mîhreban deçû

Xwayekî mhîreban, nek ew Xwayey,

fermanî hencinhencinkirdnî Mnallan, be Topxanekan deda ..

de Sallan bûm, ke Serbazekan têyanhelldam,

leberewey demuyist,

têr têr Bonî Xak û Gellakan hellmijm,

yazde Sallan bûm, ke le Gundekem wederinram

be Dengî Xumparekan, le Pol derkram

Dukellî Perrawekanim geyişte qullayî Asman

syazde Sallan bûm, çûme Xopîşandan

*****

girtimyan, têyanhelldam, krame Zîndan

zor hezimdekrid Kçe Hawsêkeman bzanê, ke gîrawm

her ew Salle bû, leser dwanim letek ew ..

sê .. çwar kete Zelam, ta tewaw mandûnebûn,

her têyanhelldam ..

çwarde Sallan bûm, ke bûme Partîzan

wek pîre Mnallêk, helldeznîm be Kurrekajawa

bêwçan, şorrdebûme nêw Gerredê û Bzingyan

hejde Sallan bûm, .. raperrîm

wtim na bo çolkirdnî Gundan, brruxê Zordar

Singim na be Mergewe, Kollan be Kollan ..

mnîş witmewe Srûdî rizgarî Çewsawan

nozde Sallan bûm, lebrî Newrozane,

hatin Pasdar, bû be Bereîceng, Nêwşar

Asman Xemî lênîşt, terebû Xellkî hejar

boyan danam, Mame û Kake û Îmam û Sedam

leser Sifrey hewt Sîn, Mêxek û Sîr û Sêwejar

******

menû Dare Gyan, em Şew menû

tu Gyanî xot, Gwêm lêrradêre

dronakem, be Fşe lêmwermegre

dezanim sexte bo to, emane wênabkey;

çon dekrê,

le pênc Sallîda wek Pyawêkî penca Salle

hestî, danîşî, bxewî û bxoy

wek Pîremêrdêkî heşta Salle

Rojî pên car kirnûş bo Xeyallî xot berî

be Tesbîhêkî Qezwan,

Rojanî bêhûdeyî xot bijmêrî

pêmekene, tund Destekanim bigre ba nelerzin

tkat lêdekem,

bes em Şew, Dare Gyan Gwêm lêrradêre

xêra xêra mepirse çî Babe çî ..

Rojanêk, ke min Mnall bûm

çî û çon û çend, qedexebûn

debû le Korrî Mîwanekanî Bawkma

bêçenduçûn, Çayî û Tepllek bgêrrm ..

Çwarmeşqî danîşm û Qse le Qsey Gewranda nekem

pêmekene, dezanim ke to natwanî

Çwarmeşqî danîşî,

bellam Rojêk dê, xot fêrbibî

dezanim, têgeyiştin lemane, bo to sexte

to her kat biXwazî, Qsey Babe debrrî û

daway Qoçî Mar û Şîrî kêşkem lêdekey ..

bellam min wek to nebûm,

sedan û  hezaranî weku mnîş

hêştake le Kurdistan wek to nîn

hezaranî wek to, le Çwarrrakanî Şêxelllla û Daresutaweke

le Serma û Germada, lebrî Sema; helldeqirçên û helldelerzin

*****

 

Dare Gyan Gwêm lêrradêre ..

axir, xerîke Dllim şeqberê

xerîke Serm deteqê

Xemekanî Mnallî, Grrêkwêrey Naxmin

Xozgekanî yazde Sallîm

hemû Şewê, katêk to dexewênim

dên û Berokim bernaden ;

dên û daway zîndûkirdnewem lêdeken

dên û dellên ” were, lenêw Kelawekanî Kollanda

dermanbênnewe “

dên û hawardeken

” le Rojî Mindallana bmanjênewe “

*****

Gwêm bo radêre, Dare Gyan

Xozge twanîbam, her em Şew bfirm,

bfirrm û toş leser Ballekanim hellgrim

bitbeme ser Gorrî Yadawerîyekanim

ser Gorrî Hawelle wirdîlekanim

lay ew Taşeberdaney, ke le tirsî Xumparekanî Îmam

le penayanda, xom matdekrid

bin ew Dargiwêzaney, ke letek Smorey Qrrollekanyanda,

Çawşarkêm dekrid

ser ew Kanyawaney, ke Cêjwanim bûn û

lewê çawerrêy Cindokanim dekrid ..

bên û ledest lêdan û Qîjey Bawejnekem, rizgarimken

*****

Gwêm bo radêre û zû menû, em Şew

em Şewî Yelldayem, betenya bo be Roj nakrê

eger em Şew to Gwê le Beserhatekanî Mnallî min radêrî

mnîş asûde wek to ..

sermest, xewdembatewe

Beyanî ya paş beyanî ..

wek to, Rojêk çawerrêm deka;

Rojêk, ke çîdî Xemekanim leamêznegrim

çîdey Goranî bo Raburdû nellêm

ewsa mnîş,

dêm letek to û Hawellekant ..

Xewnekanî xom û ewaney Xumparekan

hencinhencinîkirdin,

Lenêw Lepî êweda dejênmewe

 

*********************

13î Cunî 2008