hatnedî Payîze Xewnê
xêrhatî bançaw
Qedrî Dill û
Qedrî Gyanim,
ey Kîjolley Gundî ..
Askolle bzêwî Yadawerîyekanim,
ew kat;
Memkollekanî to
taze be Tirpey Dlle ewîngirtuweket,
helltoqîbûn..
mnîş bo Dilldarî, Mnall û
bo Partîzanî herzekarbûm.
*****
keçî ewrro;
Kîjollekey to,
lenêw Boreqe û Serpoşda ..
Pîrejnêkî heftaSalle
mnîş bo Dilldarî, pîr û
bo Xebat, Enarkîyekî herzekarm.
gişt emane, Rêkewt nîn,
herçend zor car;
Rîkewt mnî kirdote Ekterî,
nêw Fîlme Hîndîyekan ..
*****
bimbure,
ger bllêm berradeyek lebîrmkirdbûy ..
bîst û sê Sall Temenêke û
Kîmyabaranîş Qederî negerranewe û
Awareyîş,
zor Dîmenî têda kirde xezan
bîst û sê Sall nawbenaw,
Krasêkî sewzî walla ..
Wênay toy dehênayewe ser Şanoy Yadawerîm;
wek Karmamzê,
lenêw Şexellî Rûdawekanda,
Seretatkêt letek dekirdim.
*****
bellam hergîz wek serdemî Mnallîy,
be Xeyall nedefrrîm ..
nemdetwanî paş bîst û sê Sall
Dîdart, wênabkem.
min bgerrêmewe Kurdistan û
toş bêyt bo bexêrhatnewem ..
to Kîjolleket le Baweştda û
mnîş Kurrekem le Henderan,
dillteng bê be Serdanewem.
herdûkman le Xewnêkda;
bedem Xem û Şermewe,
Yadawerî bîst û sê Sall lewewber ..
bo yektir bgêrrînewe.
*****
to pêtwabû mandûm û xewmidê ..
mnîş, Çawm birrway nedekrid,
Yadawerîyekî bîst û sê Sall lewewber ..
letekim bkewête giftugo.
eme bo min Xewn bû û rûdanî,
tenya demtwanî le Fîlme Hîndîyekanda wênabkem.
*****
mandûnebûm û xewimnedehat,
na;
ewey to beramberî danîştibûy ..
Cesteyekî daHizraw bû û
Gyanî şeketî,
Yadawerî Geştêkî bîst û sê Salle ..
ewey bom çênedebû,
berawridî Wêne û Wênay
Kîjolleyekî sruştîy Gundî û
Jnêkî burqepoşî şarî bû.
*****
Asman û Rêsmane,
nêwan Xewn û Xozge
Xeyall û Ketwar
Boreqe û Krasî walla
Jinkirdin û Ewîndarî,
emanem pêkewe bo konakrênewe ..
naçarm hana bermewe ber Fîlmekey Sengam.
******
herçend Ewînî min û to,
le çend Nîganame, Temenî têneperrî ..
bellam le Şayî Ewîndarîma,
le Şanî Serçopîyewe helldeperrî.
nazanim to çende mint lebîrmabû ?
bellam ke hatî,
Dîtim Hesretêk le Hengawekant allabû ..
hêşta Nîgay herzekaraney bîst û sê Sall leweber,
sruştî Sruşte Gundîyekey ledestnedabû.
******
Satêk wrrukasbûn ..
birrwanekerdinîy em Xewne,
le beramber yekda bêdeng daynayn ..
wîstim bllêm, Lêwman hawsat kewte bizwan.
witt xozge bewsa ..
bew Rojaney dûr le êsta ..
bêdengibûm, Şerm daygirtim ..
le naxewe hezm dekrid le Amêzt grim;
Satê dû be dû,
Çîrokekanî bîst û sê Sallî raburdût bo bgêrrmewe.
*****
bdirkênim Wellamî Nîganamekant ..
ew Namaney le Kîmyabaranekeda lêm becêman.
bot baskem,
çon Şar be Şar, Wllat be Wllat..
her Aramgeyek hatbête ser Rêm,
le Gillkoyekî bênaw û nîşanda ..
bew hîwayey bgenewe destit,
Wellamekanim be xakispardûn..
çunke le zîndûmant dillnyanebûm,
dillnyanebûm..
le Rehêlley Kîmyabaran û
Karwanî Enfalda zîndû gerrabîtewe.
*****
min Fîlme Hîndîyekanim pêxoşbûn..
çun ewey le Ketwarda estembû,
lewêda demtwanî eger bo Satêkîş bêt,
Xewn be Xozgekanmewe bbînim.
letek Xendeyanda semakem û
leber Rêjney Giryanyanda,
Gunahekanim bşomewe.
letek Daredareyan, hellbêm û
le Sermada xom be Agrî,
Daremeytî Mirduwekanyan gerimkemewe.
*****
Zorcar Şewan..
Xeyall hellîdepêçam û
be dzî Heshesekanewe,
Zîxim degirte Pencereketan ..
toş Xeyall hellîdegritî û
Pencereket dekirdewe û
le pişt Tarmayî Dartuwekeda ..
carcare Werzebayê,
leber Roşnayî MangeŞew
Semay Cestemanî,
leser Dîware qurrîneketan, debeêşand.
*****
dezanî çende xoşe beXeyall Frrîn ..
zor car le Zîndanewe,
berew Gundeketan helldehatim.
çunke dillnyabûm Gundekey engo,
hêşta Laqî Asayşekanî pêrranegeyiştuwe.
eger be bonî Sêberekeşima,
Şwênpêm hellgrtba..
hêştake hîwayekim be Kadanekey êwe dema ..
*****
Qedrî Gyan, ewe Mergî Sruşte,
mnî awarey Henderan û
Şwên Mallekey engoşî,
Kirdote çollewan.
dezanim to,
ke sernicî Şeqame Esfalt û
Handîyekey Baxellt dedey ..
hezt be gerranewe,
bo doşînî Manga zerd û
Bjar û Paçekolle nîye.
bellam min arezûm le gerraneweye bo Sruşt,
çunke detwanim bêpişknîn û Mollet
berew Şarezûr ..
bfirrm û le Xwar Awayî,
tawêk be bonî Puş û Pellaş ..
Gill û Kargî bin Darbîyekan, xom mestkem
be yadî caran, biçme Juwanewe û
laqe manduwekanim, bXeme nêw
Awî Kanîyekey Xwar Awayî
tawê Gwê bo Horey Rêbwaran radêrm û
Xemekanî dûrewllatîm
bo Darbîyekan bgêrrmewe..
************************
17î Ayarî 2008