dwa Çirpey Jyan *
pêş ewey Pencey Tawan,
Pelepîtkey Çekeket fşar bda
dwa Molletim berê û
dwa Xozgem becêbhêne;
Gwêt be Singmewe bnê û
Dllexurpey Tris,
Dlletirpey Arezûm bo Jyan ..
bijmêre û
letek Dllexurpey Dilldareket û
Dlletirpey xot, berawirdyan bke,
katê min, Lûley Merg
rû le Lankî Sawaket
ya le Nêwçewanî xot
nîşane bigrim ..
ewsa, bedillnyayyewe
Pencet bnûştênewe
*****
pêş ewe, Çirkekanî Temenm ..
rabgirî û
le Zbillgeyeka Cestem frrêdey
Gwê le Xozgekanim radêrre ;
mnîş wek to
Xemî Jemeşîrî sbeynêy Sawakeme
Xewn bew Satanewe debînim,
ke Destim lenêw Destî Hawserekema
be Şeqamekanî ‘K ingston **’da şorrbînewe
ya le Kenarî Negril ***
tawêk Gwê bo ” Bob Marley ****” radêrîn û
be Maç Eşkekan bisrrînewe ..
ya le Korrî Êwarana
letek to ya Drawsêkeman
bedem awabûnî Xorewe,
Yadawerî bo yektir, bgêrrînewe
*****
carê buweste, pêş ewey
Xewnekanim le Gorr bnêy*
pêm bllê;
hezt le Dengî )Bob(e*** ya Bomb ?
le xoşardnewe ya Sema le Kenarî Derya ?
tawê aram bigre û wênay ke*
be hejmarî Gulekan, Gull bçênî
be hejmarî Kujrawan,
Mnallanî bêSerpena
Gullt bo hellden
lebrî Çek,
Wêwlleyekî ***** rengînt le desta bê û
Kurrekey min û Kîjollekey xot
Le Sekoy Kollanêka, bhênîte xenîn..
*****
ewsa, eger Xewnekant, cyawaz bûn
eger Xozgekant xrapinyaz bûn
eger Goranîyekant, Cengawaz bûn
eger Wîste Mroyyekant, lawaz bûn
were, şerimmeke û
fermanî serûy xot, becê bhêne
were, Xozgey Serxewêkî aram ..
bo hemîşe le Serî minda btasêne
************************