Motekey Peşîmanî
bêzarm;
le xom
le to
lewan
le Mrove destemokan
min bo pyawetî
to bo jnayetî
ew û ewan bo Xêllayetî
*****
katêk ke ew, le xanedanîy dedwê
min bêz le xom dekemewe
bêz le toş
lewêk, ke Hawrruxsarî toye
birya ew Şewey bo to koylekram
Babim le Geştêkî Byabanî buwaye
ta Ballinde koçerekan berew Hewarî êwe,
rapêçim neken
peşîmanim le ledaykbûnî xom
le hatnemîwanî to
le nasînî ew û le dîtnewey ewan
le nasînî êwe Mrove jenginînekan
xozge Gêjelûkêk ew Rojaney lûşdedam
Gerdelûlêk berew Asman lûlî dedam
Burkanêk Yadawerîyekanmî desûtan
*****
min rkim le êwe debêtewe
lewey Dllim bo to kirde Sifre û
to miştê Genmî jehrawît leser dana
ax lew Rojey çende gêlbûm
Nêwlepim bot kirde Gulldan û
to û ew û ewan
be Şûlletutrrik, destan bestim
min nefret lew Ruxsarane dekem
Pêstyan sûr sûr …
Xwênî lêdetkê û
le Mûlûlekanî Gonayana
Hewukîm hurjimdeka
*****
min rkim le Mrove jenginînekane
lewetey to û ew û ewan denasm
Perdey Gwêm tenya be Dro delerêtewe
Çawekanim tenya Naşîrînî debînin û
Pencekanim tenya Naxunek dezanin
caran Dllim Ewîndanê bû;
bo Hawsêyanim
bo Hawrrêyanim
bo Hawpîşanim
bo gmegmî Kotrebarîke
bo Semay Gellay Daran
bo herçî heye û nîye le Cwanî
*****
bellam ewrro, katê ke be nyazî Sllaw
Dest helldebrrim
le Naxewe cnêwdedem
katê Pêllwekanim lêkdenêm
be drowe xom matdekem û
Planî Mîwandarî Rik daderrêjm
min rkim le Mrove jenginînekan debêtewe
merc nîye hemûyan drozn bin
mec nîye hemûyan qînledill bin
merc nîye hemûyan çawçnok bin
merc nîye hemûyan dûrrû bin
lewaneşe zoryan baş bin û min neyannasm
bellam min rkim le Mrove jenginînekan debêtewe
*****
min tenya to û ew denasm
lewetey hem, tenya ew carane lexiştebrawm
ke gwêm le xom ranegirtbê û
Reşmekey xom be wan spardibê
pêş berrêkirdnim,
pêş ewey Wêney Lapalle sersewzekan
le Elbumî Yadawerîyekanma bo Sîrwan
bo Şarezûr hellgrim
ew Bombayekî xiste Kollepiştekemewe
Yadawerîyekanî Mnallekemî,
Parçe Parçe, kirde Qeqnes
Bonsûtî dillxoşîyekanim, Şemendeferekey dagrit
Xewnekanim frrênran
nazanim berew kwê
berew Îmarat ya berew Kurdistan
lewaneşe Xewindzekan frrêyan dabne ser Hêlle asnîneke
lewaneşe le Zbilldanêkda lêy pallkewtbin
*****
ew lebrî Nûştey berrêkirdin
Bombayekî le Kollepiştekemda dana û
toş witt ‘’çon kollepşit lebîrdekrê’’
mnîş ledaxa xerîkbû şeqberm
le Kenarî Rhein
lewê ke min bo Wêne sûtawekan
bo Xewne dizrawekan
bo Wênay Daristane dembexendekan
degiryam û Eşkekanim Lafawyan helldestan
her lewê le Kenarî Rhein
basî dengdanewey Xemekanim
ewaney paş Herake
geyiştne Gwêy Mrove jenginînekan
to Nîşaney bêbirrwayît le kotayî Qsekana danabû
gewretir lew Milperrêney
hezaran Sall Mlî Ferensey perran
*****
min rkim le Mrove jenginînekan debêtewe
bellam Sûrpêstekan
ewaney Krîstos Pertûkêkî pirr Droy bo birdin û
le tolley Krîst, Pîrekanî kewillkirdin
Kîjollekanî bedyarî bo Hewesbazekanî Orupa hênan
min Sûrpêstekanim xoşdewên
ewan lewetey weçebirrkrawn
mnîş lew Satewey Spêrmî Babim û
Hêlkey Daykim be Şeqî Xwa yekangîrbûn
lew katewey to û ew û ewan denasm
min rkim le Droznekan debêtewe
min bêzm le Mrove jenginînekan debêtewe
min pêkenînim lebîrçuwetewe
*****
Sûrpêstekan birrwayan be Pyawî spîpêst nemwe
mnîş be to û be ew û ewan
be Mrove Pêstjenginînekan
ewaney mawey nêwan,
Çirpey Nax û Wşey ser Zartan,
Dûrî Zemîn û Asmane.
*************************