Dastan
pêşkeşe be Bêserperiştanî Hellebce
Hebû nebû
Şarê hebû
Pişt şarezûr
Xwar horaman
Em la megir
Ew la şram
Hellebce bû
* * * * *
Hebûn nebûn
Çwaran hebûn
Partî gewre,
Giçkeş hebûn
( Y . N . K ) û
(P . D . K ) û
Hisk û pasok,
Hereke bûn
* * * * *
Helloy şax û
Yekaney deşt
Çendîn Mang bû
Bo berleşkirî
Be hewt û heşt
Le qollî kerejal
Berew xurMall
Bo pêşwazî
Gerrek gerrek
Gişt Malle û Mall
Dîdar xoş
Ey Partîzan
Rêbwarî rêy
Kerec û taran
* * * * *
Kake hemey
Hacî mehmud
“Erz edrrê
herwek Gacût” *
Le qollî surên
Heta sîrwan
Be pyaderrê
HateXwaz
Dest be goçan
* * * * *
Mela ‘elî
Frîştew welî
Teşrîfî hêna
Le qollî newrrollî
Berew Gullan
Bo baregay
Axay dîhqan
Fermanîda
Çûne lay
Wekîlî xuday
Bo molletî
Çûne Beheşt
* * * * *
Şewket mşîr
Lêzan û jîr
Le qollî rêşaw
Hêrşî hênaû
Bedestiwbird
Dagîrîkrid
Piştî seraw
Ber baxî mîr
* * * * *
Hemîde fenî
Partîywmenî
Serlikî sê ûçwar
Wahate Xwar
Belencew lar
Bendey xuda
Necîmî namar
Legel Pasdar
Ta çom sîrwan
Bebê ûçan
Lenêwbern
Kommelley gawr
Çi be kuştin
Çi be xinkan