Mallî Cindokan
Xoretaw wirde wirde berew nawerrastî Asman dadekşa û Kollan kip û bêdeng. Hîç weku xoy nemabû. Derge reşeke ştêkî nwê bû, sîmay Kollanekey gorrîbû. Hîç ştêk wek dwênê nedehate berçawî cîranekan. Hemuwan çawyan le şêwey nîşaney pirsyar brrîbuwe Dergeke û çawerrêy derkewtinî taze cîranan bûn. Mnallan ke çend hawdem û hawyarîyan ledestdabû, mat û melûl le beramber Dergeke kumelleyan bestibû. Jnan leber Derge çokyan dadabû, detgut korrî matemînî degêrrn. HêşTake Kesyan letek em bare nwêye ranehatbûn, carcar le qsekanyanda çawerrwanî bacî cwanyan dekrid. Mela xidrîş çawerrêy mam mehdî bû, taweku demeteqêyekî letekda bkatin, axir ew letek Kesî dîkeda nedegunca. Dengî “were bo gurebeRojey birjaw, gurebeRojey germ “î bahoz û botan le gwêy Mnallanda dezrîngayewe û qse xoşekanî şîlanî webîrî korrî kîjolle taze hellçuwekan dehênayewe, îdî kê Çîrokî çil kêrwêşkan û bizne zêrrîne û şarî xoşbextîyan bo bgêrrêtewe.
Cîrrey trazanî Dergeke wek zengî hestanewe, jin û pîr û Mindallî beagahêna û sersamîkirdin. Demuçawêkî rîşnî cemedanî beser û derqaç hellkraw lenêw reşî Dergekeda detgut Ruxsarî xêwe le Şewezengda. Bebê ewey awrr le Kes bdatewe, xollrrêje pirr nawke xurmakey kirde teneke jenginînekey berDerge û betundî Dergekey berrûy pirsyare naaramekanî cîranan daxsit. Bacî hemîn… “Birrwanakem eme xawenMalleke bêt, ey jnekey bo dernakewêt? “
Jnan drêjeyan bedanîştnekeyan da û çawerrêy ‘erebanekey mam mehdî manewe. Mnallanîş rub’e asnînekanyan tund lemistnabû, çawerrêy kêk û GulleberRojekey bahoz û botan bûn. Lepirr Derge reşeke trazayewe û dû kîjolley paçelle, seru ‘ebayekî çkoleyan lêallandibûn û serpoşêkî reşî pan û porryan lemil grêdabûn, be pirtaw berew serŞeqameke hellkişan, detgut le destrrêjî pirsyarî Mnallekan helldên.
Bacî hemîn, ke ta ewkat bêdeng le Dergeke wirr bû bû, gutî “min birrwanakem ewane xawenMall bûbin, lewe deçêt mîwanyan bin, wa xerîke yek yek derdeçin…”, horrênî Taksîyeke lew serî Kollanekewe, qsekey pêbrrî û sernicîrrakêşan, letek nzîkbûnewey girmey Taksîyeke, wellamî pirsyareke roşindebuwewe, letek westanî Taksîyeke le şwên ‘erebanekey mam mehdî, Dergeke wek hewrebruske krayewe û daxrayewe. Jnêkî lawazî bejn berz, bew çley hawîne wek dawellî nêw genim le ‘eba û pêçe û destikêşî reş pêçrabû. Beçawtrukanêk xoy trincande dwawey Taksîyeke û leberçawan winbû. Hêndey dîke kollî pirsyarekan quristirbû. Bacî melek “bexuday emin lew bezm û rezmey ser dernakem. Em mastey bêmû nîye, egîna bo debêt xoyan leçawî êmewmanan bşarnewe, xo ême dirdarî letek jnekey nakeyn, Taku namehrem bîn?!”….
Ta dehat sêberî Mnallan leser zewîyeke kurttir debuwewe, lebirsan hawaryan lêhestabû, wirde wirde Kollan le qullequllî germay nîwerroda çolldebû. Carcare Mnallêk serî dekêşaye Kollan, ta bzanêt Derge reşeke kraytewe yan na.
Hawrraz hawarî lêhesta” daye.. Daye, Dergeke krawe û pyawe rîşneke bepele detgut lo awdÊranî deçî, leMall derperrî”. Daykî hewraz, ke letaw hawarekey hawraz, prişkî ronî dax baskî sûtandibû, gutî “çyan lêbkem, çawyan derdehat û milyan deşka, bexuday qet cêgey Mallî bacî cwaney nagirnewe”.
Bo Rojî dwatir jnanî Kollan pêkrra kobûnewe û birryaryanda biçne xêrhatnî taze cîran û ple hepseyan kirde demrrast û Taku peyamî Kollanyan pêbgeênêt. Hengaw hengaw hestyan betris û namoyî dekrid. Bacî hemîn, bedeste reqellekanî dengî le Derge reşeke hestan “Malleke, cîran, ême cîranî engoyn, hatûyn bexêrhatnê bkeyn”.
Dengêkî nêr: çtan dewê, xêzanim le Mallê nîye.
Jnanî Kollan, paşe û paş kşanewe û areqey peşîmanî beser rûmetekanyanewe sardbuwewe, becarê zaryan begonedehat, detgut le nerre nerrî kabray tirsawn. Mnallan wa wirrmabûn, detgut seyrî Filmî têksazî deken.
Mam ‘ewlla, drrî be bêdengîye sersamkereke da û gutî ” ke wabê baştre min û mela xelîl brroyn, madam her pyaweke le Mallêye”. Dûbare zirme le Derge hestawe û dengêgî nerm û nask be hêwaşî wtî: kêy?
Mela xelîl: êmeyn cîrantanîn, hatûyn, bexêrhatintan lêbkeyn.
Dengeke: bedaxewe, pyawm leMallê nîye, min ze’îfeyekî betenyam, bexêrê çin ….
Mam ‘ewlla, ke ta ewkat her dûdllibû, beawazêkî xoŞewe hellîdayê ” cêgey şabazan qellerreşke Xwazan. Hêy dunya çende larî”.
Mnallan ke zanyan hîçyan çing nekewt û çawerrwanyan bêsûd mayewe û lew Derge reŞewe Hawellyan bo peydanabêt, leber Dergeke bazneyan best û bedem semakirdnewe hellyandayê û qareman dengî hellbrrî:
Bahoz û botan.. Ho
Hawellî Mnallan .. Ho
Bo bartan kird.. Ho
Engoman xoşdewîst.. Ho
Be dill û be Gyan.. Ho
şara :