Xle û Ble
Ew Rojane her bas basî (xdir û brahîm)î bû; “bram fre nuranîn” , “kure babe frîşten …”, “ey çon kê êjê yekêkyan Hizretî mehdî mew’ud nîye…”, “ey xozgem be Dayk û babtan kuncî Beheşt cêyane.” hênde Nawbangî bêgerdîyan royiştbû, heriMnall bû xozgey deXwast kakyan bûnaye. Kçan beawatewe bûn, dezgîranyan bûnaye. Axir naw û NawbanGyan le Mrovbûn têperrîkribû, Rojê debûne newey peyamber û Rojêk dekrane mhemedî mehdî, Rojêkîş frîşte.
Xellkî awayî weha bawerryan bexoyan hênabû, madamekî kake xdir û brahîm lenêw awayn, ewa xêr û bereket beser Gundda debarêt. Hêndêk bo xonzîkkirdnewe lêyan, ger merrekey dûber beyekewe bzaye, deykirde hellaw deygût “Xellkîne binwarrn emin nemgut pa û qedemî mamosta xdir û mamosta brahîm bexêre ! “. Xo mame qaley dukandarîş, ger zererîşî bkirdaye, ewa deygut “ey çon babim xo gallte nîye, dû frîşte dabezîwnete awayî, hênde qazancim kirduwe, zekatekeym pênajmêrdirê”. Mame ‘eleş lew lawe begoçanekeyewe lerze lerz xoy degeyandê û qurgî lo safdekrid û deygut “ya Xwa bexêrbên, teşrîfyan hênawe, xudaya şukir
wişkey em zistane terrutûşeşman msogerbû, qadrî bram çonî? “
Kerîmî çayçîş hellîdedaye û boy tewawdekirdin ” kure babe ewe bo nayêjn, lewetey ew dû zate mubarekane hatûnete nêwman, pêwîstnakat zaRollekanman be Şewleban û xêw btirsênîn, axir bram raste min qurhanim nexwêndge, bellam lezarî melaw şêxanewe gwêm lêbûge, ke pyawî Sallh rûy leher şwên na, îtir hemû ştê baş debê, xo begallte nawyan nenawun xdir û brahîm”.
Çekdarêkî zerdelley rîşn, detgut le efganistanewe taze gerrawetewe kirdîye cwaw ” ger ştêktan bo basbkem, lewaneye bêjn çîyîy, bew qur’aney xwêndigme, ewey êjmî xom we çawî xom dîgme. Tazekî em dû bra dînyeman hatbûn, Şewane deyanut “bnûn, hîç Xemtan newê eme Xwaman leteke” rastîyekey emeş hallînedebûyn, çî êjn û qestyan çes. Ta Şewêkyan bê ‘edewî newê deçûme ‘edebxane, çîm dî, bêjn çî, bew Xwayey ha weban Sermano her çwar dewrî meqerekeman çekdarî spîpoş bûn, heresekeş le şîrîn xewda bû. Bew qur’aney desm lêdage çîm botan gêrrageso xelafî newu”. Cema’et bedwayda “sibhanealle bram to Beheştî, qesem beXwa awrî cehenem weçaw nawînî, xozyem wexot bralle “.
Drokirdin bû bû bepêşbirkê û lexobirdne pêŞeweda bra bray nedenasî. Tenya Kesêk ke leberxoyewe pîşî lêdexwardnewe û serî ledest xoşbawerî Xellkeke awsabû û neşîdewêra qsey bkatin, heme çkol bû. Wext bû şeq berê û leberxoyewe deygût “axir nazanim em Xellke çîyan lê qewmyage, wa ew dû saxteçîyeyan lê bûgese ştê nayab. Ax xle û ble dertan le Gyanim ger Rojî xoy dê û drotan lê spî dekemo, ewsa debînin, em Xellke frîwixwardge çon lêtan dête cwaw û hesa û ketawtan letek dekat. Ay çende bêşermin, pêşmêjn : ” kake muhemed bo nayêyte mizgewtê û letekman têkellaw nabî”. Axir … Babîne bo kellegatanim ta têkelltan bim. Ax ger bemin buwaye şarbederm dekirdin. Lew Rojewey ew xwêrryane hatgnese egre, xo hellalleş dllî gorrawe û tûrekeyekî kirdgese serî û êjî qellerreşes denûkî şorr kirdgeso, axir to bo heş weser, etrism em hetîwane cadûyan lem Xellke kirdwê û xewyan lê keftibê. Bellam nazanim çon bew Xellke bêjm, ke emane dest berrûmetî Mnallekantana ênin û çawbazî deken. Birrwa we min naken û êjn em heramzade gawre riqyesî le dîn û gerekyesî emeş wekî xoy lê bka û le dîn werMangêrrê û ‘aqîbet şerrman bka. Meger lebaxellî jnekanyana byanûyinin, ewsake dezanin xle û ble kên. Xo ger bzanin min çonî bîrdekemewe, ewa Şewêk demkujn û êjn frîşte spîpoşekan bûn. Em awayîye kawl bûge êjî şêtxaneye, ger diktorêk le serûy awayî danê û nuşte nûsêkîş berîte Xwarawayî, ewa wek teyrî gul le darî zeqnebut kodebnewe. To bllêy herwa boyan bçête ser, axir hellalle to bo? Raste min Dayke kllollkem be hetîwî gewrey kirdgim, bellam hêndem xoşdewîstî, xozgem deXwast, ke Rojê bitwanim letek to Mallêkî çkolaneman hebê û carcareş bçîne şar û bo xoman rabwêrîn… “
Denge dengî Xellkeke le zemawendî beagayanhêna û her Kese û bepirtaw berew mizgewt raydekrid. Heme çkol leberxoyewe wtî “ba brrom, bzanim çi mu’cîzeyekyan nîşandage”. Ewîş xoy geyandê û çawî birrway nedekrid, awa xêra awatekey bêtedî , “ahhih… ewe min bûm ew Rojem beçawî xom bînî, baş bû awatekem nebirde jêr gill”.
Hacî rmezan, deste panuporrekanî kêşaye ban quraneke û qurgî pak kirdewe :
Be heqî em qurhane ewey dîgme, werrastî we êwey êjm, bram hewe sofî qurbanî magew nemirdge, bo Rojî qyamet we şahîdim girtge, bêje sofî, merdî Xwabe û to bêjî, qesem weXwa birrwa nakem le wetey em awayye Gyanleberî hatgese naw karî wa xraw kiryawê. Nazanim çîtan pêbêjm, şerm dekem, sofî tobî Xwaw we’alemî bêje, axir min xecallet ekêşm, ne’uzen baalle, estixfîrrwalle, Xwaya bo dwêke mint nekuşt, ta xerapey wa nEwînim?
Melahebîb : rcu’ bero hacî, ezanî çî êjî, to îrad lekarî Xwa egrî !
Hacî remezan : tobe Xwaya …Xward, be gewreyî xot bimbexşe.
Melahebîb : êsTake le qsekanî hacî hîçman lêhallînewu, bêje sofî qurbanî bzanim, çît bînîge û çî rûydage, ta bzanîn bepêy şer’ û Yasay xuday çî bkeyn, ta awayî xerqî xezewî Xwa newê.
Sofî qurbanî: qurban çîtan ‘erizkem, estixfîrrwalle mamosta, ewrroke min û hacî lawela pyaseman dekrid û kemê hesa û ketabî xoman hewu wîstman bîwrrîno, ta fesllî zekat nehatuwe. Ke geyiştîne ber baxekey mam welî, ne’ûûzen baalle, estixfîrrwalle, Xwaya tobe û hezar peşîmanî. Îtir ewey dîgmane bo baskirdin naşê, bê ‘edebî newê şerm dekem.
Melahebîb : kure babim pyawî xas win, bêjn çî bûge û çîtan dîge, awa nawê, çon şer’î xuday wa ekrê ?
Sofî qurbanî: ye’nî min bîwêjm, gunahwar nawm ?
Melahebîb: ne bawe, ger bastannekirdaye, fre xasbû, bellam paş ewey gişt awayî zanîgyesî, îtir wew core nawê !
Sofî qurbanî deste lawazekanî betris û lerzewe be quranekeda kêşa û be henasebrrikêwe wtî :
BeXwa mamosta madam to fermayiştitkird, mnîş rast û rewan êjmî. ‘eyb newê le rûtan, şer’ şermey brrîge; wek hacî remezan gêrrayo, ke geyiştîne berdem baxekey mam welî, çman dî Xwa ne’uzen baalle, estixfîrrwalle, dîman Kesê qunîgese ban Kesêtir, ne’uzen balle, esxifîrrwalle, henasebrrikêyesî û ewîtrîş estixfîrrwalle Xwaya tobe le jêrya nqenqyesî û Xwaya tobe, …. Xwardiwê, deyinqand “hêwaş hetîm dirryam”. Ew gawirbabe wek kelleşêr qunîbuwe banî û her hinge hingî bû, qesem bequrhan mamosta teşbye bewe newê, toş awa naqunîte ban melajn.
Melahebîb : sibhanealle ewe to çît lê qewmyage sofî, be toman wit boman bgêrrerro yan basî namûsî êmewmanan bke, bîtamtkird sofî, bram nawê to qsey bindîwaran legre baskey !
Sofî qurbanî: ‘afuwen mamosta, hoşm lexom nemage, xulasey kelam, ewe hêşta em bawehîzane be emeyan nezanîbû, wek wtim şer’ şermey brrîge, xastre rast û rewan bêjmî, etut geMalle û letek dêlle segî likyage, weha pêwey nûsyawu, heçendî ewey jêrî xerîkbû nqey lêburrê, bellam başbû min û hacî be qurbanî hîmetî bim, twanîman lêkyan cyakeyno û bellanisfet wek …î byantêrîno xizmet to. Eme hall û ewe hîkayet. BeXwa lerrêge her demut besnebû, wek feqêkey ewe Sallî 1984î seysayeq destyanrranegeyişte Mnallkanman. Xwaye tobe Xwa, lebellay nagehan lamandey.
Mela hebîb : êsTake paş ewey gwêman le qewlekanî hacî remezan û sofî qurbanî ragrit, norey pris û cwawe lew frîwiXwarduwaney şeytan, tkadekem gişt layek dan bexoda bigrin, herweha kake (xdir û îbrahîm)îş debê herçî bûge û rûydage, wetewawî boman bgêrrno, taweku behewl û qwetî Xway banîser bitwanîn şer’ û Yasay quranî pîroz cêbecêbkeyn.
– Kurrm xdir aya ewe raste, ke le qewlekanî hacî remezan û (sofî qurbanî)da hatge, aya to îqrardekey ke karî xrawî wehat kirdwê ?
Xdir: mim.
Mela hebîb : kurrm weha nawê, debê wecwanî û ras û rewan, çon bûge boman bgêrrîto, şermî pênawê, her pyaw tûşî bella û qezaw qeder ewê.
Xdir : mamosta xetay ewu, lepêşa ew qunîye ban min, beXwa mamosta min emrro fre hezm lênewu, ewu wek şeytanî qunîye banim.
Mela hebîb : başe kurrm îbrahîm, paş ewey ke gwêman le îfadey ewu, tka letoş ekeyn, rasîman pêbêje, taweku ‘edalletî xuda û pêXemberan buweyne rêywo.
Îbrahîm : beXwa mamosta bew quraney xwêndigme hêşta norey min nehatûu, xetay ewu gişt Rojê wek heremî hatgese lam, beXwa mamosta ew lamesewe hîç ruhmî pênekirdgim, legşit ştêka her êjê min xetmêkim le to fretir kirdge û ewê min lepêŞewe bqunim.
Axir mamosta ew her le Mnallyo bemin fêrbûge, wextê min Mnallbûm, ew bawkî frey hebû mnîş Daykim we hetîwî gewrey kirdgim û xizmetkarî Mallî ewan bû. Îtir gişt Rojê desî ewirde piştim û pêmfêrbû, carêkyan we mamosTakeman ‘ebdulqadre fenîm wit “mamosta xdir wazm lênatêrê”, mamosta birrway we min nekrid û wtî “hetîw xwêrrî bo buxtan bo kurrî hacî rezaq helldebestî, brro çllimnî pîs leberçawm winbe”. Îtir nemdewêra beKesî bêjm û dereqet xidrîş nedehatim, axir gişt telebekan lêydetirsyan.
Melahebîb : başe kewabê des wekar bîn û hukmekey “faruq” we ‘adîlane bdeyn weseryana. Benawî Xway bexşinde û mîhrebanewe, min mela hebîb kurrî mela reşîd kurrezay me tebîb kurrezazay mela nebîb ta degate secerey selahedînî eyubî ew qaremaney ke tefrutunay kirdge leşkirî selîb. Demewê bepşitîwanî Xway gewre szay ‘adîlaney qur’anî pîroz weser em dû bendeyey xuda bdeyn û lexrapekarî pakyan keyno.
– Amaden kurrm xdir, îbrahîm ?
– Bellê mamosta .. Belê mamosta ..
Mela hebîb : kurrm debê ta nawqedtan rûto ken, bepêy ew szayey çwar îmanan û cam’ey ezher dayannage, ewa yekî heşta şelaqtan debê lêbûrê, bendeş bem kare pîroze helldesm, bellkum Xway gewre le gwahî gişt layekman xoşwê. Amîn ya rebul’alemîn. Kurrm xdir debê to hewell car şelaq bxoy, çunke to lotî û ew melute, begaî gewre. Paş şelaqiXwardin ebê towe bkey û wepele xow frrêdeyte naw hewzekey mizgewt.
Xdir : bellê mamosta, ay..ay …ay
Mela hebîb : kurrm ger karî weha xrawt nekirdaye wew coret beser nedehat, him..him…him…him
Xdir : ay mamosta frem mage, tu Xwa sûk lêmde, bêje mamosta çendim mage, ay ?
Mela hebîb : hefta û heşt. Him.. Hefta û no. Him.. Heştaaaaae, brro kurrm basard newîto, tobey xêrt bêt. Kurrm îbrahîm to hazrî ?
Îbrahîm: bellê mamosta, tuXwa mamosta sûk le min bde, axir min hêşta hîçim nekridû, min fre etrism.
Melahebîb : çon hîçt nekirdge, ey swarî kê bûge, xo swarî babim nebûge ?
Îbrahîm : ay yay yay.. Aaaaaaay babero mirdim Xwaya, axir key heqe bqunne bantu şelaqîş bxoy, ay aaaaay, mirdim wey Xwaya, axir ew kirdigyesî bo le min deden , ay ya yayay, ay nenke rooo.
Melahebîb : naşukrî meke hey lamesew, ew kirdigyesî toş dagte, him .. Him.. Şest û pênc him.., şest û ..
Îbrahîm : ay .. BeXwa mamosta xom jmardigme ewe heşta û dû. Ay piştim Xwaya .. Ay ayîyî, ay bawkerro mirdim, xo ew hetîweş ewende azarî dagim, bese tubî Xwa, ay..
Melahebîb : him.. Hefta û no. Him.. Heşiştaaaae, heste brro, heste ger azart heye çon ew ştet pêhellgîrage?!! Xwa lêtanrreza bê. Brron îtir tobey Mergî lêbken û karî wa mekeno!
Xdir : bellê mamosta, şert bê şertî Xwa, carêkîtir … Wa nexom.