dilldarî Xuda û Ehrîmen
Leberdem heywanekeda ruwew xorawa leser çîçkan, dest leserejno pallîdabuwe dîware berdînekey piştserî û roçûbuwe gomî lêllî bîrewerîyekanî … ” Ay amîn, êsTake çî bkey, etrism paş gwasinnewey min bo êrokane, mela ‘elî xerîkî sarrêjkirdnewey cêge tewrekey min bê. Ay lew Rojane çende xoşbûn, etrism lêre nêçîrî awham bo hellnekewê û lewlaşewe ‘ele saxteçî le rencî min bixwatin. Bexuday herçende amîn zor xoşmamelle bû, bellam hêndey şîrîn jne çkolekey hacî ‘ewlla cwan nebû. Metirse mamosta, xuda beşî mar û mêruleş dedat, to bllêy rebenî mnî pêqbullbikrê? Besnebû hepsey amozamim nehêna, bexuday wek şîrînî çawî le herze û tazekaran debrrî. Dey .. Dey, xo eger hacîyekan dû jnî nehênîn, kê layek le serumêzerey min dekatewe. Bexuday em nûşteNûsîne nî’mete, egîna debû her lîkim qutdaye”.
Graze grazî mamir û kellebabekey hacî ‘ewlla, zincîrey Xeyalle bêsereta û kotayyekanî mela muşîrî psand û yek dû car le dewrî mamrî nazunûkker sûrrayewe û wek kêç qunîyebanî, çendcar ber û dwa û xokurrkirdnewe, xoy helldaye Xwarê. Mela muşîr weha sernicî dabûyê, dîware berdînekey pişt serî lêbûbuwe nwênî bûk û zawayî û perrî pirr û spî mamrekey lêbûbuwe leşullare blûrînekey şîrîn. Weha agay lexoy brrabû, bedem Xeyallewe kûrrdebû û rastdebuwe û bolle bollêkîşî lêwedehat û leberamber xorî paş nîwerrwanda şellallî ‘areqe bûbû.
“A şîrîn Gyan, dezanim çende bêzarî le nirkenrikî çend se’atey hacî û keçî hîçîş. Bexuday em care hatî dû’ay ser nawkit lo degirmewe. Bexuday rastdeken; ger xuda Dergeyek dabxat, ewa Dergeyekî dîke dekatewe. Rastî fermuwe şa’îrî be ‘îrfan: “xuda ta kêw nebînê, befrî tênaka” herwaye ta xuda ta şîrîn nebînê, muşîr neqlî êrokane naka. Ax şîrîn Gyan, xozge beyanî dehatî, bexuday du’ayekim lo dekridî ta hacî wek zerdewalle lêtdûrkewêtewe. Axir ku debî ew hêngîney lepêşî ew megezey danêy. Ay lew nerme lerey memKollanî, wey le Tak û cûtî lasimte Goştnekanî, Babî babim, nenkim bequrbant bêt, wekî mamzî rêyandekat. Bexuday etrism em Şew ‘umirkotabim û Rojnebêtewe, dezanim beyanî cum’eye û dêyte knim taweku nuşteket lo bkem, ştî awha berRojî cum’ana pîroze, ger xuda rêkîbxa û şîrîn betenya bê û prrupîre jnim lêkonekatewe. Ewsa wekî ademî sêwêkim derixward bda, çiş leBeheştê “.
Hacî cemedanîyekey tund leserî alland û ruwe û mamosta :
– him. Him … sllawî xudat lêbêt mamosta, çte, dûrbê le Gyant xo nexoş nît?
Mella muşîr: h. Hi nexêr hacî, ewe xoretawekey xoş bû, bexomim gut, ba kemêk leber ew xoretawey lo xom danîşm.
Hacî ‘ewlla : bequrbanî zattan bim, engo ger bişxewn ewa be ta’et lotan behîsab dê.
Mella muşîr : betemay keremî xuday.
Hacî ‘ewlla : bêşk serqallî amadekirdnî Babetek bûy lo sbeynê.
Melamuşîr: newella hacî, lo Babetî pêwîst bewey nakatin, le şarî loman dyarîdekrê. Ewey rastî bê, bîrm le karekanî xudawendî dekirdewe û beçawî dill le cwanîyekanîm derrwanî, berrastî çtekî ‘entîkeye. Ca pyaw ta şer’ û fîqî nexuynî lêy tênaga. Xozgem bewey bew Beheşte rengîney şad debê. Etrism neybînim !
Hacî ‘ewlla : qurr beser min. Ku wa derêy mamosta, min dillnyam ke tu pêş min pêy şaddebî, beşî engo le hî me baştir debîtin.
Mellamuşîr : hawar ledem û nefest. Babrroyn nwêjekanman bkeyn. (Seyrêkî şîrînî dekat) betemay rehmetî xuday.
Nerme bzey şîrîn agrî le naxî werda û lêwekanî kewtne nerme culle, agay le hacî nemaw le naxîda dengêk deyhejan:
Lo çîme awî zem zem?
Ger le towe hembê,
Maçî nawdem ..
Gyanî Gyanim hacîjn !
Beheştim lo çîye
Ke Kes lêy dillnya nîye
Ger sbey bêyte knim
Dezanî mêzerem lo çîye
Kwênderêye qîbley min, hacî jin !