Fis Fis Namusewan
Berdewam xoy dexwardewe, blêsey hewes le tafî lawîda, naxî kirdbuwe kurey Dozex. Xwakanî cwanî ew, her Kesê bûn, ke hewesî bbizwênin, Mindall, law û pîr, zîndû û mirdû, gring ewe bû, nêçîrekey Kesêkî destemobêt. Hemîşe le kelawekanî tenyayîda letek bûke yek Şewekanîda dejya. Zor caran, awrî hewes deykirde azarkîş û hêndêk carîş drrinde û azarder.
Ewîn û hewes grêy derûnî ew bûn û boy nedekranewe. Le dûrewe desûta û lenzîkewe şermokin û trisnok. Arezuwekanî naxyan xencerajîn kirdbû û brînî dilldaranî dunya le dllîda beso hatbûn. Herdem xwênawî xoy deXwardewe, Kesîş lew keynubeyney ew beaganebû. Şew û Roj letek frîştekanda raydebward; kîje cîranan, rêbwaranî sererrê, kirryar û aşnayan, xuşkeza û zaza û her Kesêk ke le çwarçêwey xeyalêda destî pêrrabgeyîştaye.
Ejdîhay hewesî le Kes sllînedekirdewe, her mêne buwaye,
dekewte ber şallawî û be destekanî Xeyallî le amêzyanî degrit. Le rwalletîşda frîşteyek bû, ke hêşta pey be çêjî sêwekey Beheştê nebirdbû. Katêk ke qse dehate ser şeref û namûs, îdî ew le serûy hemuwanewe destî be qefey smêllîda dehêna, bellam katêk ke swarî espe tîjrrewekey Xeyall debû, hîç nêçîrêkî nedebward û le destî ew rizgarî nedebû.
Lenêw Xellkîda, ew Hawellduwaneyey le naxîda deşardewe, hêndêk car ledestî werisdebû û zor caranîş ew emî deyixiste berdem petî sêdarey rêsa Komellayetîye bawekan, her boye xwên dezaye demarekanî û tûrreyî leşî wek şorebî dem reşeba deşekand û pencekanî be hez aws debûn û dekewtne semayekî şêtane û singî rûtawey mamrêkî lê debuwe memkî tundutollî kîjolleyekî taze hellçû û xozgey be kellebab deXwast. Lepirr bexo dehatewe û dekewte serkoney xoy û birryarî deda, ke Hawellduwane şaraweyey naxî bdate ber xencerî merdayetî, bellam herçendî dekrid, blêsey awrî hewes le naxîda xamoş nedebû.
Katî peyvîn letek polîs û kutekbedestanî rêsa bawekan, Hawellduwane dyar û bercestekey singî şeref û namûsî derdeperrand û debuwe şorreswarî dastane bêejmarekanî Rojaney nêw Komellge. Ew pallewanêk nebû, ke hewes beserîda zallbibêt, ew nek her hewesî destemokirdbû, tenanet hewesbazekanîşî dexiste ser “rêgey rast” û rawçîye hewesbaz û nêçîre bestezmanekanî pêkewe awdeda. Letek derbrrînî naw û basî endamekanî mêyne, hewes le naxîda killpey desend û xozgey bew sate deXwast, ke nêrîne leser goy zemîn nemaye û jnanî dunya û frîştekanî Beheştî Xeyallî, tenya û tenya Şewbaxellî ew bûnaye. Ew Mnallparêz û Mnallbaz bû, ew jinDost û jnazarder bû, ew Zîndanî û Zîndanewan bû, ew le naxî hemuwanda cêgîr û le derewey hemuwan xoy mellas dabû, ew Ramyar û Desellatdar bû, ew mamosta û fêryar bû, ew Çewsawe û çewsêner bû.. Ew xuda û bende bû, ew bûnewerêkî hawçerx û aferîdey Kultûrî zall bû, ew şermin û trisnok bû, ew pallewanî dastanekanî Xeyallî bû …