gerran le dûy Nan
Her çon bû, be bertîl û tkakarî xom le snûr rizgarkird û çûme ew dîw. Birsyetî û hîlakî eû çenid Roje pêmewe dyarbû, bemi şêweye geyiştme nawçeî hemedan û kewtme gerran bedway karda, katî karî kiştuzar û kurexanekan nemabû, lelayekewe hênde birsîmbû, wexitbû pelamarî gjugya bdem, lewlaşewe tirsî girtin û behederrroyiştnî mandûîy eû çenid Roje û Gîrfanbetallîm, tengetawî kirdbûm. Letaw emi baregrane, geri cutyarêkim be clubergî xakîyewe bbînyaye, ewa zendeqimdeçû û wamdezanî Pasdare. Kat demeû êware bû, çenid ‘cucesazî’yek gerabûm, karm desitnekewt, îdî hêzm tyanema, geîştme eû birrwaye, ke eger çûmete nêw mollgey Pasdarewe, debêt ştêk bo Xwardin bedesitbênim, hestimdekird wa le hoş xom deçim. Berasterrêyekî xakîda mlî rêgem girtbû, paş çenid hengawêk maşînêk hat, kemêk têperî û gerayewe dwawe û wtî:
+bo rehmeti abad deçî?
Paş kemêk raman wtim : a, bellê.
Swar bûm û şufêreke kewte pirsyar:
+ namo dyarî wanîye?
– Bellê.
+Xellkî serdeştî?
-Na ‘îraqîm .
+ le awarekanî hellebcey?
-bellê.
+boçî deçît bo rehmeti abad?
– Bedway karda degerêm.
Şofêreke satêk bêdenigbû, trism lênîşt, be xomim wit “pyawî rjêm nebêt û begirtnimbdat, lelayekî dîkeŞewe dillxoşî xomim dedayewe, eî kê dellê pyawî çak nîye û dllî be min nasûtêt?
+lêre Kesi denasît .. Pêştir lêre kartkirduwe?
-Na, nexêr ..
Kemêkî mabû le Gundeke nzîkbînewe. Şofêreke destî bo lay çepî rêgeke rakêşa û wtî: ewe gewretrîn cucesazî emi naweye. Ke geîştîne rêkî cucesazîyeke, Kesêk berew serrrêgeke dehat, qeduBallayekî gewre û rdêne maş û brincîyekey xetdabû, nawçewanî texit û rutawe, destî bo otomebêleke ragrit.
Şofêreke : sllam axay mrad’lî.
Mrad’elî : çonî axay slêmanî, selametî ?
Slêmanî(şufîreke): zor supas, xêre wa lemi sererrêgeye, rawestawî ?
Mrad’lî : çawerêy pîkabêkim dekird, baş bû ke tohatî, kemêk allfim heye lenêw dêye, bellku bom bhênî.
Slêmanî: her êsta ?
Mrad ‘lî : bellî her êsta, nefereketi hî nêw dêye?
Slêmanî : na awareî ‘îraqîye, bedway karda degerêt, emi şeû lay xom raydegrim ta beyanî, bellku …
Mrad’lî : detwanî ştekanî pêbarbkeît û bîhênîtewe îre, lewaneye pêwîstîm pêyhebêt .
Şofêreke rûy têkirdim û wtî : detwanî le dwawe danîşît, axay mrad’elî dête cêyeket, ewe bexitt hebû, wtî “lewaneye karm hebêt boy ” …
Îdî min le pêstî xomda cêm nedebuwewe, her eû êwareye desitbekarbûm ta bereberî zistan berdewam karimkird, kareke
Hênde sexit bû, her meprisn. Le aşî cucesazî karm dekrid, tenaneti zorcar îşî nêwmallîş, bûbûm be hemû ştêk, dllim le xoşya ballefrrêy bû, car care le Mallî xawenkarekemewe Xwardnim bo dehat, ke şorbayek bû yan eû mamraneî ke nexoşdekewtin û Sermandebrîn zorcar allfî mamrekan ‘ Goşt gyayî- soya wişke’mi deXward. Sermawsolley payîz û bonuberameî cucesazî nexoşî xistim, çenid car tûşî lerzuta bûm, bellam leberi qaçaxbûnim nedeçûme lay diktor, ta dwacar tûşî serîşeyek bûm û le pirr deburamewe. Naçar be mrad’elî xawenî cucesazîyekem, gut :
+ axa Gyan, îdî min natwanim bemi core karbkem, bellku krêy karî em çenid Mangemi bdeîtê û ta nemirdûm, brromewe. Wa bzanim îdî bo êweş kellkim nemawe?
Mrad’elî: çon debê, min bemi zmistane kêm çing dekewêt?
+ axir bem core demrim, detwanim dû heftey dîkeş karbkem taweku Kesêkî ke peyda dekey, ewsa mnîş bew pareyey ke lelay toye, deçmewe nêw xêzanekem.
– Parey çî, megeri to emi çenid Mange, eû hemû Xwardin û
Şwên û xizmeteşman kirdûy, leberçaw nagrît?
+ axir hacî axa megeri xot netgut ” Mangane duwazde hezar tmen, şeû wi Roj kar bkemi û xercim, wate Xwardin û hemam û şwênî xewitnim leser to bêt?
– nexêr, min lerêy xuda bezeîm be toda hatuwetewe, Taku le birsa nemrît.
+axir hacî axa, min nehatûm bxom û agam le skî Mnallekanim nebêt, min hatûm çwar tmen bo emi zistane bermewe, Taku Mnallekanim lebirsa nemrin.
– êsta dellêy çî, herwa deroy yan bitdeme destî supa û bllêm sîxurre?
+ herwa beasanî natrism, ger sîxurr bûm, bo ratgirtim?
– xot dezanî, ta beyanî lêre bît, ewa min mecburm bitdeme destî Yasa.
Xom naçarzanî, serpêçîmkird û mamewe, çenidcar dawam lêkrid, bellku hîç nebê xercî gerranewemi ta ser snûr bo bdat, rastîyekey zorîş detirsam, her boye wa beasanî le mafî xom xoşdebûm, axir zyad le şeû wi Rojîk le snûrî hacî homeranewe dûr bûm, herçîm kird û koşa bêsûd bû. Beyanî ke le xeû hestam, betemabûm bçim bo Mallyan bo nêw dê, Bellku sozî cullabê û naumêdimnekat… Pêş ewey bereû ser rêgeke yekemi hengaw hellbênmewe, berewrrûm, otomebêlêkî supa qut buwewe, hîç bwarî rakirdnim nema …
Otomebêleke rawesta û çenid çekdar dabezîn. Lêprisrawekeyan ke danebezîbû, lenêw otomebêlekeda rû le çekdarekan :
– : kurrîne desgîrî bken!
Her çende wtim barm wa û Babet wa, sûdî nebû, çawyan bestim û letek xoyan birdimyan ..
Lerêge her gallteyan pêdekirdim û carcareş mistêkan dejenye latenîştim.
+ nmekheram, be qaçax hatûy, le rêy xuda karyan pêdawî, keçî dzî dekeî û pelamarî namusî hacî axa dedeî ?
Herçenid swêndim deXward, be kurdî û çenid wşeyek farsî demgut bexwa hîçî wa nîye, buxtane, keçî zyatir lêyandedam. Paş maweyek lêkollînewe û lêdan, çenid Roj le supay hemedan Zîndanîbûm… Beyanîyek zû bexeberyanhênam û wityan:
+ heste sert bşo û xot xawên bkerewe!
Lemi riftareyan zor serimsurma û bexomim gut: bexuda dyare azaddebim, birryarimdabû, geri wazmilêbênin memnûn bim û îdî basî pare nekemi . Sat bû be heşit, dû çekdar be otomebêl birdimyan .., ke dabezîm, terazû û allay ‘komarî îslamî’mi bînî, zanîm dadgeye û seretay kare … Mrad’elî ‘hacî axa’, poşakî supay poşîbû, yek dunya lêytirsam, êsta îdî berrastî Kesêkî drrinde dyarbû, sereta ewyan bangkird û paşan min. Dway çenid pirsyar û naw û nîşan pirsîn :
+ to çon be qaçax hatûy bo Êran?
Mnîş le elfewe ta yê, basimkird, pêmwabû îdî êsta bezeîyan beminda dîtewe ..
+ sereray çake û yarmetî lerêy xudada, bo dzît le axay mrad’lî kirduwe, ha?
Be hezar swênd wtim, min hîç dzîmnekirduwe, bellku daway mafî xomim kirdwe, eû awa be dzî tawanbarî kirdûm, hîç rastinîye. Em qsane kajmardin bûn bo ewan, hîç dadyannedam û serencam şeşi Mang le dîzl abadî ‘kirmanşa’ Zîndanî bûm. Şewu Rojm lejêr fşarî Gyanî û derûnî ew caneweraneda
Birdeser, bew hîwayeî ke bimgêrnewe ‘îraq.
Şeşi Mang, hewillyanda bimkeni be (tubekarî îmam), bellam bêsûd bû, katî ke pêyanutim to szaket tewawbuwe û beyanî azaddebît, wexit bû ball bigrim, her çende nemdezanî çon û beçi rûyekewe biçmewe nêw Mindall û Kesukar. Şewane, xewî naxoş naxoş, wek dîwezme le naxewe deyanixwardim û wremi pênedema.
Beyanî zû hestam, xom xawênkirdewe û xom amadekrid, Zîndanîye îranîyekan îreyyan pêdebirdim, ke rizgarimdebêt û lejêr Desellatî Xwakanda namênêm. Neyandezanî ke nwênerî Xwakan, ‘îraqîşan kirduwete Dozex.
Emi car letek çenid çekdar, swarî maşînêkî supayyan kirdim, çenid katjêr berrêwebûyn. Geîştîne şaruçkeyek benêwî ‘selasî bawecanî’, ke le nawçeyekî şaxawîda bû. Min nemzanî boçî bo ewêyan birdim, bellam ewendemdezanî ke le ‘îraq nzîk bûmetewe. Birdimyane şwênêk her le Zîndanekeî ‘dîzl abad’ deçû, letek nameyek, damyane destî lêprisrawî eû şWêne. Paş çenid pirsyar û bênewberde, pêyutim:
+ êre qerentîneye û debêt lêre çawerêy nardnewe bît. Lêre dewreyek beserdebeît, geri şitt lesernebû, ewa detnêrînewe bo ‘îraq.
Sê Mangîş lewê, ke zyatir le baxçeî ajeli deçû, Temenim
Beserbird. Herçî mruvî têkişkaw û poxlle bû, behoy desittêkellkirdin letek lêprisrawekanî qerentîneke û hewallgirî boyan, derdeçûn bo nêw bazarr û serdanî û hemû ştêkyan dedrayê, her lewêş têgeyiştim, ke dedrêmewe desit Celadekanî ‘ rjêmî be’s’. Sê Mangîş lewênderê zecrim kêşa. Katê wityan bo karwanî beyanî bereû ‘îraq, xot amade bke. Leberi hellhatnim le ‘îraq, ke be tawan dejmêrdra, gişt muwekanî leşim rastibûnewe! Zîndanî ‘ebuxrîb’ û ‘heye’î kerkukim bîrkewtewe, ger birryardan bedestî xom buwaye, ewa le nêwan hellibjardinî qerentîneî komarî îslamî û Zîndanekanî rjêmî be’sda doş dademam. Çunke dillnyabûm, le herdû barekeda, le bûnî xom kewllim deken. Ke geîştme seri snûr, destim lexom berda. Lêdan û sûkayetî lebrî pêşwazî û aramkirdnewe, detgut gişt kerullallîn, Kesi bexoy ranedebînî daway qumêk aw bkat. Lewêş be bekrêgîrawî Dujmin tawanbarkrayn û gwazraynewe bo ‘dezgay Asayşî giştî kerkuk’. Lewîş paş eşkence û lêkollînewe, drayn be dadgey şorrş û ewanîş bewîjdanî Nîştmanperweraneyan yekî Sallêk szay Zîndanyan wek dyarî leser birryarî serok pêşkeşkirdîn.