çawşarkêy Merg û Jyan

çawşarkêy Merg û Jyan

Ay Dapîre Gyan, paş çend Mang çawerrwanî û Şewnixûnî korpekeman ledaykbû, renghellbzirkaw û lawaz, paş çend çirkeyek Pêllwe nermekanî şilbûne seryek û neyzanî le kwêwe xorhelldê û lekwêda awa debêt.

Mergî paş çend sate jyanî sawakeman, reşebayek bû, le Xem û tasey êwe hewrêkî çrrî le Asmanî dllimda çirrkirdewe.

Em Xeme le layek û lewlaşewe letaw pirsyare bêejmarekanî ‘Jîno’î kîjman destepaçem, zorcar bawerr be wellamekanî min nakat û dellêt “babe Gyan, çon dapîre nawî pênc kîşwerekey nedezanî, çon tamrid jûrî taybetî bexoy nebû, min birrwa be to nakem, ke dellêy “dapîre le serapay jyanîda şarî nedîtuwe”, çon ta lenêwrran gerrawetewe, şekrawî xurawetewe û le bawe homer marekrawe? “ …”

Ax çi bkem, ne to zîndû bûytewe, ne ewîş birrway be wellamekanî min dehêna. Naçar birryarimda em hawîne bîbemewe bo zêdî xoman û Malle bêpencerekey toy nîşanbdem. Ke geyiştîne Mallî hawkarî bram, waqî wirrma û çawî be Malle yek jûrekeyan kewt, be şermewe xoy hawîşte Baweşî min û dawaylêburdinî lêkirdim. Paş kemêk kirrkewtin, wek ewey ledûy ştêk bgerrêt, wtî:
– babe Gyan, dawayekim heye, toş pêyrrazî debît?

Wtim: a Kçim, herçîm pêbkirêt û karêkî drustibêt, botî dekem!

ew car seyrî Daykî û mame hawkarî kirdu wtî:
– min jûrekey xom dedem be mame hawkar û ple bêgerd û jêwer, axir ewe key jûre, ke ewan heyane, çon Mall tenya yek jûrî debê?

Wellameke wek skill zarî sûtandim, bellam naçarbûm, debû wellamî bdemewe ..

wtim: axir Gyanî babe, ne ewan vîzay hatne allmanyayan heye, ne jûrekey toş hî xomane !

Wellamekey belawe seyirbû, kemêk ramaw zmanî pirsînî pja:
– çon jûrî xoman nîye, ey hî kêye? Boçî ewan natwanin bên, vîzayan boçîye, hezyan lewêye û tewaw !

Ey meger to netgut, mame hawkar bexoy westaye û xanubere drustdekat, eger westaye, edî boçî xanûyekî cwan û gewrey sê jûrî bo xoyan drustnakat, ha pêmnallêy boçî ?