Dîmane letek ‘ Regine Lutiz ‘ lebarey ‘ Bertolld Brecht ‘ewe

Dîmane letek ‘ Regine Lutiz ‘ lebarey ‘ Bertolld Brecht ‘ewe

w. le Farsîyewe: Hejên

Em dîmaneye le perrtûkî ” bîrkirdnewe leber ewe” çapkrawe, ke lelayen nêwendî bllawkirdnewey ‘ـMaru’we lesallî (1998)da beboney sedehemîn sallrrojî ledaykbûnî brêşt’ewe bllawkrawetewe, lêreda wergêrranî hêndêk lew dîmaneye pêşkeş dekeyn …

Regine Lutiz 22î dêsemberî 1928 le bazll/ suyisra ledaykbuwe, paş wergirtnî dîplom, sallî 1947 le şanoy zurîx wek şagridêk destbekarbuwe û bo nwandinî serlenwêy şanoyî “serwer puntîla û koyle matî”  lesallî 1948da bo rollbînîn têyda bangewaz kra. Karkirdnî lem sallewe hawkatî binyatnanî şanoy ‘bêrlîner ênzêmbil’ letek brêşt destîpêkrid û taweku sallî 1960 drêjey kêşa. Rêgîne rollî corawcorî le şanonamekanî brêşt’da gêrrawe : îvête (Yvette ) le şanoyî ‘dapîre dlawer û newekanî’, êva (Eva ) le ‘serwer puntîla û koyle matî’, vêrgînya (Verginia ) le ‘jyanî galîle’, polî (Polly ) le ‘opêray sê ‘aneyî’da. Brêşt şanoyî ‘tepllekan û trompêtekan Pauken und Trompeten ‘î leber ew derhêna û rollî vîktoryay daye ew. Hêrbert îhrîng (Ihring Herbert) lebarey rollî ‘rêgîne’we lem şanoyîyeda dellêt “hîçkat (rêgîne lutis)mi awa asûde û zîndû le rollgêrranda nedîtbû, ke le rollî ‘vîktorya’da dîtim”. Sallî 1960 ‘rêgîne lutis’ bo karkirdin letek rodollf nowillte (Rodolf Noulte ) çuwe bêrlîn û paşan wek ekterî mîwan le şanokanî munîx, brêmin, vupêrtall, kasll, zurîx destîbekarkird. Rêgîne lepall karî şanogerîyda le têlefzyonîşda serqallî rollgêrran bû. Sallî 1968 bo karkirdin çuwe lay ‘frîdrîş dîwrinmat Friedrich Durrenmatt ‘ û ‘vêrner duglîn Werner Duggelin ‘ le bazll. Sallî 1970 letek diktorêk hawserîykird û lepall karî şanogerîda wek berdestî diktor harîkarî hawserekey dekrid. Paş mirdnî hawserekey lesallî 1983da dûbare serqallî karî şanogerî û rollbînîn le zincîrî têlefzyonîda buwewe. Sallî 1993 pertûkêkî benawî “ekterîy, cwantirîn pîşe ” sichoniste Beruf Sichauspieler der” bllawkirdewe, ke mebestî harîkarî ektere lawekan bû. Le sallî 1995da wek fêrger le fêrgey akadîmîkî ‘şanoy bayêrn BayeriscenTheaterakademie’ destî be wane witnewe kird.

– Le sallî 1947da ke brêşt gerrayewe orupa, êwe le suyisra letek brêşt aşnabûn. Lew sallaney awareyîda bebê brêşt bo yekem car şanoyyekanî ‘dapîre dlawer û newekanî’ , ‘ mrovî baş szêçwan’ , ‘ jyanî galîle’ , le zurîx derhênran, êwe ew kat ekterêkî law bûn, yekemîn berxurdtan letek brêşt çon bû?

Regine Lutiz : le ayarî 1948da, ew kat ke min le fêrgey ekterî zurîx xwêndkarbûm, brêşt mnî le nwandinî şanonameyekda dîtbû û şêwe rollbînînî mnî pesendkirdbû, be têlefun agadar kram, ke brêşt deyhewêt letek minda aşnabêt. Min çûme lay ew, brêşt û şanonûs ‘ kurt hîrşifêld – Kurt Hiriscihfeld ‘ lewênderê bûn. Brêşt perrekaxezêkî tenk, ke honraweyekî drêjî têda nûsrabû, be min da û debû min bîxwênmewe. Min fre hewllimda, ke becwanî bîxwênmewe, katê ke xwêndnewekem tewaw bû, brêşt seyrêkî kirdim û wtî ” detwanît eme wek kesêk bixwênîtewe, ke le serapay jyanîda honrawey nedîtbêt” , min destbecê wek kesêk, ke zîrek nîye û nazanê bixwênêtewe, karekem encamda. Bellam taku xwêndnewekem tewawkird, hendê sextibû bom. Brêşt serêkî bada û wtî ” başe”. Debêt eweş bllêm, ke ew bexoy xwêndnewey ştêkî beserminda nesepand. Ew zor seyr û sernicrrakêşerane le mnî nwarrî, min sernicî unîforme xakî û derpê kurtekey, ke le hawînda poşîbûy û rîşî netaşraw û sîgarekeym deda, hemû ştêk xendeawer dehate pêşçaw. Ew karêkî away nekrid, ke min pêmwabêt leberamber mrovêkî hellkewtey em sedeyeda rawestawm. Her leberewe, min leberamber ewda hîç sllimnedekirdewe.

– brêşt pêştir şanonameyekî derhêna, ke sernicî êwey ranekêşa, detwanin eme zyatir roşinbkenewe ?

Regine Lutiz : sallî 1948 ‘rojekanî komun’î provedekrid, bemnî gut ke rollî ‘ madam kabêt -Madame Cabet ‘ degêrrî, jnêkî penca salle. Min peşêwam, hestamewe û wtim: bellam ew pîre jne ! Brêşt ew kat rêk penca salle bû, beşermewe bzeyek girtî.

– êwe le seretawe beşêweyekî giştî le brêşt razînebûn, çî buwe hoy ewey ke paşan pêşnyarekey pesendibken û biçne ‘bêrlîner ênzêmbil ‘ ?

Regine Lutiz : min hellbjardinêkî dîkem leberdemda nebû, le serdemî mnallîmewe hemîşe wîstûme ekterî şano bim, paş ewe şanoy zurîx bo min cwantirîn û baştirînî şanokan bû. Bellam le fêbrîwerî 1949da, kesêk be mnî wit “to rengêkî bçûkî bo tewawî şanoyekî gewre û zorîş sûdit lêwernagîrêt” , ta ewey rojêk nameyekim le ‘brêşt’ewe pêgeyişt, ke bangewazî kirdbûm bo karkirdin le ‘ bêrlîner ênzêmbil’. Mnîş têlegrafm bo kird, ke min razîm û dêm.

– yekemîn karayî ‘ bêrlîner ênzêmbil ‘ leser êwe çî bû ?

Regine Lutiz : min endamanî tîpekem le provey ‘dapîre dlawer’da bînîn ke her kese rollî ekterekey beramberî degêrra. Ême gişt letek yekdî hestman bexoşî dekrid. Betaybet paş serkewtinêkî wrebexiş ke brêşt û ‘hêlîne vaygil’ le derhênanî ‘dapîre dlawer’da lihser ( şanoy allmanî Theater Deutische) bedestyanhêna. Min demzanî ke letek kesanêkî benawbang kardekem, bellam nemdezanî ke ême dwacar mêjûy şano denexşênîn.

– êwe le ‘serwer puntîla û kuyle matî’da, sereta le zurîx û paşan le bêrlîn rolltangêrrawe, çi cyawazîyek hebû le nêwan em dû derhênaneda ?

Regine Lutiz : bo min cyawazî nebû, bellam min le bêrlîn corêkî dîke rollimdegêrra, wzeyekim têdabû, ke kes çawerrêy lê nedekirdim, derhênan le bêrlîn begşitî şêwey hellgêrranewey bexowegrit. Provekan wek provekanî ‘ dapîre dlawer’ encamnedran. Lenêwan ‘êrîş êngil Erich Engel ‘ û brêşt’da leyektêgeyiştin nebû, betaybet leser poşakî şanoyîyeke. Brêşt lebarey poşakekanewe rastîdekrid, çunke deyuyist ew ştaney ke le hoşîda bûn, byannasênêt û byanhênête sertextî şano.

– derhênanî (fêrkar / perwerdgar Der Hofmeister ) be yekêk le kare cwanekanî tîpî bêrlîner ênzêmbil nasrawe, çi ştêkî taybet lem derhênaneda hebû?

Regine Lutiz : yekêk le sernicrrakêşîyekan ke lem şanoyîyeda hebû, lawî ême bû begşitî. Brêşt letek pêşnyarî seretay şanoyîyeke, bewirdbînî û parêzewe karî letekda dekridîn. Gişt beşekanî rûndekranewe û lem barewe çendîn katjêr katman beserdebrid, herwaş min lemallewe çendîn katjêr leser rollekem karimdekrid, ewey em rolle çî dexwazê û çî dexate rû. (Frîdrîş luft Friedrich Luft)î rexnegir, qsekanî xoy bem core destipêkrid : ” ştêkî tewaw bû ” herwaş bû.

– êwe karakterî brêşt’tan çon bînî?

Regine Lutiz : ew kesêkî şermin bû, lem şerimnokîyey bo bedestihênanî serkewtin sûdî werdegrit. Zor dillxoş debû, eger kesêk letekîda roşbîrane qsey nekirdba. Ew fre behogrîyewe lebarey her ştêkewe dedwa û êmeş lem barewe zor pêdekenîn. Eme bo ew wek seretayekî nwê bû le tewawî felsefeyek, ke êmey pê rênwênî dekrid.

– lomey brêşt’yan dekrid, ke ew behrekêşî le hawkaranî dekrid, letek jnan xrap decûllayewe, boçûn û nûsînî kesanî dîkey benêwî xoyewe bllawdekirdewe, êwe le nzîkewe letek brêşt’da kartandekrid, lem barewe rboçûntan çîye?

Regine Lutiz : emane dron , ew jnane û ‘ êlîzabêt hawpitman Hauptmanin Elisabeth ‘ le rûy roşnibîrîyewe lew asteda nebûn, ke brêşt bitwanêt lewanewe ştêk fêrbibêt. Eme şyawî têgeyiştin nîye û rast nîye. Le rastîda ew dahênerî gelkarî bû û hîç kes neydewîst mil bem ketware bdat, deheyek pêş ewey le allman gelkarî bbête baw, ew destîpêkirdbû, le katî proveda rexne û pêşnarî, degrit û dekrid. Ew hemîşe deygut : ” qse meken, kar bken” eme şêwey peywendî hemîşeyî ew bû. Pêmwaye ştêk ke jnekanî azar deda ewe bû, ewan deyanuyist karêk encambden, ke bawerryan pêynebû, brêşt rêy lew karane degrit.

– êwe ekterêkî law bûn û brêşt hogrîy bo êwe nîşandeda.

Regine Lutiz : ew le zurîx pyawêkî betemen bû, herwa le ‘bêrlîn’îş. Katê ke min le ‘ fêrkar/ perwerdgar ‘da rollimdebînî, hogrîy bo min derkewt, emeş sruştî bû. Em hawellîye letek kemêk berxurd berdewam hebû. Herçende deytwanî be corêkî dîkeş bêt. Bellam pêwîste pêtanbllêm ke ew hemîşe paktirîn kes nebû. Hawellîy ême le çwarçêwey karkirdinda bû, min letek ew zor karimkird. Le şanoyî ‘mroy baş szêçwan’da debû min le rollî ‘hanovêrHannover )da rollî serekî bgêrrm, ke encamnedra, le ‘dapîre dlawerîş’da her pêkewe karmandekrid û ew pêydegutim: ke bo rollî ‘ dapîre dlawer’ mnî leberçaw buwe. Bellam eme nebuwe hoy ewey min ew rolle leser şano bgêrrm. Ême letek yekdîda peywendîyekî zor nzîkman hebû, katêk ke min le bo kesêkî dîke hogrîym nîşandeda, ew bedrreftarî dekrid û wek lawêkî xwêndkar îreyî debrid. Carêkyan ew becorê le dergey jûrî xogorrînî da, ke gişt ştumekekan kewtnexwarewe.

– Brêşt şanonameyekî bo êwe nûsî, ta çi radeyek lelatan pesendibû. Ewîş şanoyî ‘ turandot Turandot ‘ bû.

Regine Lutiz : min le rêy ‘şîller’ewe bew şanoyîye aşnabûm. Paşan bîrimkirdewe, karî brêşt taqetpirrukêne. Katêk ke min û ‘hêlîne vaygil’ çûbûyne nexoşxane bo serdanî ew ememan pêgut, hellbete ew kemêk bewe dillgranbû û gutî : debêt carêkî dîke leser ew deqe karbkem. Katêk ke le nexoşxane hatînederewe, ‘hêlîne vaygil’ pêyutim: lem sedeyeda tewawî jnan be awatewen brêşt şanoyîyan bo bnûsêt, toş dellêyt, ke taqetprukêne? Bellam min hêştake be taqetpirrukênî dezanim û rollm têdanegêrrawe. Em berheme benawbangeş nebuwe yekêk le berhemekanî brêşt.

– êwe basî ‘hêlîne vaygil’ tan kird. Ew le geşey karî brêşt’da çi karayîyekî hebû ?

Regine Lutiz : her le seretawe ‘hêlîne vaygil’ bo min mrovêkî xwênşîrîn bû, min pêmwabû ke brêşt mamostay min û pyawêkî gewreye û ‘hêlîne vaygil’î lepişte, hellbete ewîş sereta bepêy têrrwanînekanî brêşt rollînedegêrra, min prrovey şanoyî ‘ dayk’, ke ‘hêlîne vaygil’ rollî têyda degêra bînîbû, bem bonewe pêmwaye lenêwan şêwazî karkirdinyanda dûrîyekî frawan hebû, çunke eme bepêy têrrwanînî brêşt nebû, ême zor be frezanîyewe lem barewe galtemandekrid. Bellam le rastîda ‘hêlîne vaygil’ kesayetîyekî gewre bû, bo ême wek serperşit wabû.

– êwe bezorî letek ‘hêlîne vaygil’ rolltangêrrawe, bo nmûne le şanoyî ‘ tfengekanî xatû karrarr Gewehre der Frau Carrar Die’da. Êwe rollêktan hebû, ke lêy razînebûn û detanuyist bêrlîner ênzêmbil becêhêlln, leberamber emeda brêşt çi kardaneweyekî nîşanda?

Regine Lutiz : bellê, min demuyist ewê becêhêllm, çunke nemdezanî le çi tîpêkî şanoyîda kardekem. Min demuyist bgerrêmewe bo allmanî xoraawayî ta fretir rollbigêrrm, pêştir ême le ‘bêrlîner ênzêmbil’ sallî şanoyekman denwand, min çendcar wîstim ewênderê becêhêllm, bellam her lewêne mamewe. Carêkyan brêşt leser em babete letek minda buwe heray û beserimda hawarîkrid, ke min çîmdewêtin, min le hîç şwênêkî dîke ew ştaney ke lelay ew fêr debim, natwanim bedestibhênim û herweha leher şanoyekî dîkeda wek şagridêk debim. Bellam paşan şanoyî baştir hatne bero û min razîbûm.

– ledwa provekanî ‘ jyanî galîle ‘da êweş rolltan hebû, detwanin şêweyek le çonyetî em kare bxene pêşçawman ?

Regine Lutiz : ême rojane tenya dû katjêr provemandekrid, eme asayî nebû, ême hemîşe dreng destbekardebûyn û zû kotayîman pêdehêna. Rojêk pêş destipêkirdnî prove, ew hate knim û pirsî “detewêt çon rollî ‘vêrgînya’ bgêrrît, wek her kîjêkî law, yan xot lecêy ‘vêrgînya’ roll bgêrrî ? “. Leyadme ke min fre çak lebarey wellamekemewe bîrimkirdewe û wtim: rollî vêrgînya. Wek kîjî kesêkî hoşmend ‘ galîle’ degêrrm, ew bêdeng bû, hîlak û tûrrey kar bû, ew leşwênî derhênananda maykrofonêkî hebû, çunke kemtir dehate ser textî şano. Ême zor be wiryayîyewe pêkewe karmandekrid. Dwa prrovey min şanoyî ‘ jyanî galîle ‘ nebû, bellku le şanoyî ‘ bazney geçînî qefqazî’da rollimdebînî. Dwayîn berxurdim letek brêşt’da detwanim webîrbênmewe, ew be maykrofon mnî leser şano bangkird û min çûme xwarewe bo lay ew, ew gutî: pêwîst berrazanewe û xoluldan nakat, êwe tenya rollî xotan derbênin, berradey pêwîst le poşakî rollbînînda razawe û leberçawît. Eme dwayîn wajey derhêneraney ew bû bo min. Ledwa wtuwêjda ke bexoy letek minda kirdî, zor tenya û dillteng hatepêşçawm, lepir wîstim destî maçkem, bellam xom kêşayewe dwawe, leberewey nemdewîst ewanî dîke bemin pêbkenin, eme dwa dîdar bû.

– lebarey mergî ewewe çi bîrewerîyekt heye?

Regine Lutiz : dû sê roj paş provey ‘bazney geçînî qefqazî’ bû, min beyanî taze lexew rabûbûm, ke yekêk le hawkarekanman em hewalley bo hênam, sereta bawerrimnekrid, paşan çûme ‘ênzêmbil’, ke hemuwan lewêne bûn, min fre giryam, ‘ barbara ‘ kçî brêşt pêyutim ” to bot nîye bigrît, ême debêt karekeman drêje pêbdeyn”. Min mamostakemim ledestdabû, mamostayek ke îdî hîçkat natwanim kesî wekî ew peyda bkemewe. Sallî dwatir letek şanonûsêkda ‘frîdrîş dîwrinmat’ karimkird, ke çak pêkewe rahatîn, bellam hîç kat ew peywendîyey ke letek brêşt’da hembû letek ewda peydamnekrid.

– gringitrîn ştêk ke le brêşt’ewe fêrbûn, çî bû ?

Regine Lutiz : tewawî ew ştaney ke min bexoşhallîyewe be xwêndkarekanmî dellêmewe, şêwe derhênanî brêşt’e, ewey ke çon be pêşnyarekanî ekterî rênwênîdekrid, debînim çi karayîyekî leser fêryaryekanim heye û karî pêdeken û derhênanî pêdeken.

Wergîraw le Govarî (Fêl Teater) payz û Zistanî 1998-1999, ke be zmanî Farsî derdeçêt.