Dîmane letek Muzîkjenî Xyabanî klaws Gayger Klaus der Geiger

Dîmane letek Muzîkjenî Xyabanî klaws Gayger Klaus der Geiger

amadekirdnî Wirya Eehmedî

w. le Farsîyewe : Hejên

Katêk le‏ dergey pallaxaneke wejûrkewtîn, dîme‏nî dallane‏ke, ruxsarî pêplîkane‏kan e‏û sat‏ û xozge kfinkrawane‏yan dehênaye be‏rçaw, ke bawk ‏û bapîranî klaws be ‏le‏seryek he‏lliçnînyan koşk‏ û ballaxane ‏û kane‏kanyan pêsaz‏kirdûn. Goşey nêwan pêplîkane‏kan wek goşe‏î pêşangayek dehate‏be‏rçaw, weha be karî hunerîy he‏llkollîn û tabllo û nûsînî cwan ‏û wêne fotografîyyekanî hunerme‏nid le‏katî ‘konsêrt’‏da, letek gull û sewzayî razabûnewe. Ta‏me‏zruîy bînînî e‏mi huner‏me‏nde le nzîkewe, letek kewtnebe‏rigwêy de‏ngî ke‏mançe‏yek wehaî lêkirdbûyn, ke 30 ta 40 pêplîkane le‏ çawtrukanêkda bibrrîn. Are‏zûy nzîkbûnewe‏ le de‏ngî muzîkeke û sernicrrakêşanî tablo û wêne û kare hunerîyekanî nêw rarre‏weke de‏sit‏be‏rdarman ne‏debûn. Katêk klaws be‏pîrmanewe hat, e‏û he‏ste be‏sermanda zallbû, ke‏ serdemanêke yekdî de‏nasîn, şwênî karekey sernicrrakîş‏tir û pirwatatir le tablo û kare hunerîyekan. Ke‏re‏ste‏ û pêdawîstîyekanî, te‏me‏nî apartmane‏ke letek dunyay koşk‏ û te‏la‏re‏kanî de‏re‏we, te‏nya û te‏nya nîşande‏rî nawe‏ro‏ki ‏û  ketwarî komellgey sermaye‏darî‏ bûn. Çawe‏rwanîm wabû, layenîke‏mi jyanî e‏mi hunerme‏nde şorrşigêrre wek jyanî mruvêkî asayî bêt, bellam rastî e‏me‏î de‏se‏lmand, ke ‏le komellgey çînayetîda he‏mûştêk dû dîwî he‏ye, jyan, hu‏ner, kar, amancî xudî mrov, le ‏sayey dîmukrasî parlemanîda de‏twanêt zor şit bke‏î, be‏me‏rcêk zorşit le‏de‏sit bde‏î, be‏llam ge‏ri le‏ rastî‏ çawbpoşît, e‏wa le‏ saye‏î serwe‏rîyda me‏î de‏noşît. Her be‏mi pêye‏şi hunerme‏ndanî şorrşigêr bêbe‏şi de‏krên‏ û hunerifroşanîş be‏xşîşde‏krîn.

Bo e‏wey jyan ‏û têkoşanî hunerme‏nid pe‏ri pe‏ri he‏lldînewe‏, rûde‏ke‏îne‏ klaws’î ke‏mançe‏je‏n, taweku xoy boman bidwêt …

Jîle‏mo : dawat lêde‏ke‏în, sere‏ta xot be‏xwêneran bnasîne ?

 klaws kemançejen (Klaus Geiger) : min nawm klaws von vorxîm (von Worchem), le‏ ge‏rme‏î ce‏ngî cîhanî‏ duwemda salî1940 le ‘dopolldîsۋade Doppoldiswade ‘ le‏daykbûm , êsta le‏şarî kolln nîştecêm.

Jîle‏mo : sere‏tay ho‏girbûnit be ‏muzîk ‏û çûne ‏nêw dunyay muzîkewe de‏ge‏rête‏we bo‏key ?

Klaws gayger : he‏şit nosalla‏ni bûm, wate ‏paş şe‏rî cyehanî‏ duwem, de‏stim bo muzîk bird. E‏wkat bawkim dîlî serbazî bû le‏ rusya, le ‏dwazde ‏sallîda baştir be ‏bîrm dêt ke muzîkim de‏je‏nî.

Jîle‏mo : aya bo to muzîk wek ‏pîşe‏yeke ‏yan karêkî dîke‏ti le‏pallîda he‏ye ?

Klaws gayger : min weku pîşe‏yek se‏îrî muzîk nake‏m, hergîz awa se‏îrî muzîkim ne‏kirduwe, ke pêybjîm, be‏llku behoy ramyarîye‏we e‏mi kare‏mkirdwe û drêjempêdawe, le he‏man katîşda behoy e‏me‏we zor car mîwanîykrawu‏m. E‏me‏şi bom buwe be ‏mayeyek . Min be‏zorî le‏ser de‏rame‏têk ke ‏le‏ xyabanewe be‏de‏stîdênim, guze‏rande‏ke‏m, e‏me‏şi zor zor se‏xte,‏ debêt mawe‏yekî zor le‏ser şe‏qame‏kan bmênîte‏we muzîkbje‏nî, le he‏man katda min hîç katêk‏ e‏mi muzîke xyabanîye‏mi wek karêk se‏îrne‏kirdwe. Min pêştir le ‏karxane‏yekda karimde‏kird, te‏nya le kotayî he‏fte‏kanda muzîkimde‏je‏nî.

Jîle‏mo: paş hogribûnit be muzîk, aya lew pênaweda çûyte‏ fêrgey muzîk yan wek hugrîyekî kesîy drêje‏tpêdawe ?

Klaws gayger : paş e‏wey ke‏ te‏me‏nim 12– 13 sallan bu‏û, hatîne şarî kolln, le‏lay mawrîsyo kargil Mauricio Kagel‏ û hayintis ştokhawzin Karl Heiniz Stockhausen mowzîk  fêr‏bûm. Paşan bo xwêndinî balla le‏ bwarî muzîk, çûme emerîka  û wîstim le‏mi bwareda diktora bhênim.

Min le e‏mrîka bezor wede‏rinram, çunke wek ke‏sêkî mîwan ‏û namo ne‏debû, çalakî ramyarîy encambde‏m. Min letek korr û komellî xwênd‏karan û re‏şe‏kanda karimde‏kird, ke ‏e‏û kat djî cengî vîtnam‏ û bar û doxî re‏şe‏kan xe‏batyande‏kird, wek grupî blêk pênter Black penter, ke‏ grupêkî re‏şpêst bûn le ‏djî emerîka. E‏mi grupe komonîst‏ bûn, zor behêz bûn ‏û xawe‏nî çe‏kîş bûn. Min he‏zimde‏kird, ke le emerîka bmênme‏we.

Jîle‏mo : wek gutt to wek kar û‏ pîşe se‏îrî muzîk nake‏ît, le he‏man katîşda be‏û pare‏ye guze‏ran de‏key, ‏ke‏ le xyabanda pe‏îdayde‏ke‏ît, aya fermangey kultûrîy Kulturamt şarî kolln weku hunerme‏ndanî‏ dîke, kome‏kî ne‏kirdûyt ?

Klaws gayger : ne‏xêr min le‏laye‏ni nêwe‏ndî kultûrîye‏we‏ hîç kome‏kêkim pêne‏krawe‏, be‏llku be‏pêçe‏wane‏şe‏we‏ zorcar skallayan le‏ser tomarkirdûm. Mawe‏yek le‏me‏wbe‏ri he‏willyanda bimxe‏ne‏ zîndanewe‏‏, be‏llam serkewtûne‏bûn. Le ‏şarî duyisburg Duisbug le ‏yekêk le‏ zankokanda, ke‏ be‏ zyatir le ‏şazde‏ zman têyda de‏xwêndirêt, ‏e‏me‏şi gringîyekî taybe‏tî he‏ye‏, e‏wîş e‏we‏ye‏ ke ‏de‏twanît be‏ zmanî dayk yan be‏zmanêk ke‏ deyzanît û arezûdekeyt, bixwênît û birrwaname‏yek be‏de‏sitbênît, be‏taybe‏ti e‏û ke‏sane‏î ke ‏griftî zmanî allmanyan he‏ye,‏ de‏twanin paş be‏de‏sithênanî birrwaname‏ke‏ griftî zmanî allmanîş çare‏‏serbke‏n. Êsta partî fermanrrewa ‘ partî soşyal dêmokratî allman (SiPD) de‏ye‏wêt daybxat. E‏û birryare‏ xwêndkaran û mamostayan û ke‏sukarî xwêndkare‏kanî zor herasan ‏û bêzarkirduwe. Bo e‏mi me‏be‏ste‏ xopîşandanêkyan be‏rêxsit, ke‏ mnîş têyda be‏şdarîmkird. Le‏ nêwe‏ndî şarî dîwisburg’da le‏ be‏rambe‏ri xopîşandane‏ke‏da polîs bo hêrişkirdne‏ serman, amadeyyekî zorî we‏rgirtbû, bo byanûyek de‏gerran.‏ le‏nêw xopîşande‏re‏kanda komellîk law (p. K, k) ne‏bûn, be‏llam wek e‏wan dehollyan hênabû, xe‏rîkî deholllêdan bûn û se‏mayan‏de‏kird. E‏me ‏buwe hoy e‏wey, ke polîse‏kan e‏mi byanuwe bqoznewe û hêrş bke‏ne serman. Le ‏wêne le ‏nêwe‏ndî şar, min xe‏rîkî muzîkje‏nîn‏ bûm. Pêm‏gutin aram ‏bin, çunke hîç û pûçekan hêrşyankirduwe, bzanîn çî be‏serdê. Le‏ser e‏mi qse‏ye,‏ polîse‏kan be‏minyan gut “de‏bêt bêyte‏xware‏we”. Mnîş pêmgutin natwanim, min‏xerîkim muzîkde‏je‏nim. Le beramber eweda minyan de‏sitgîrkird û daway şunasname‏ye‏yan lêkirdim. Mnîş şunasnamekem pêyanneda, minyan de‏sitbe‏ser bird û xwêndkare‏kan kewtne şwênim  ta min azad bikrêm.

Katêk ke minyan bird, kîşe‏ke‏ bû be‏dû kêşe [ qaqay pêkenênêk le naxewe ha. Ha. Ha] le ‏otomebêle‏ke‏da gwêm le‏bête‏le‏kanyan bû, qse‏yande‏kird, de‏yangut e‏û ke‏se zû berdenin, le‏wane‏ye‏ kêşe‏î ‏ge‏wre‏tir drustibbêt, çunke te‏wawî xwêndkare‏kan hatûne‏te nêwe‏ndî şar û şarrêge‏kanyan girtûn. Be‏llam le‏be‏ri ne‏danî şunasname neyan‏de‏‎twanî min azadbke‏n. Paş nîw‏ satêk xwênd‏kare‏kan weha karêkyan kird‏bû, ke bare‏ke te‏waw xrap‏ bu‏wbû, boye‏ polîse‏kan naçar‏bûn, bimxe‏ne taksîyekewe û bimbe‏newe bo ‏şwênî xom, e‏û şwêne‏î ke muzîkim lêde‏je‏nî. Kabra ‏de‏rgey taksîyeke‏î bo ‏kirdme‏we û gutî‏: fermû le‏ser cêgey ‏xot dabnîşe‏‏we …( ha. Ha. Ha) de‏stimkirde‏we‏ be muzîkje‏nîn.

Min he‏mîşe wabûm, çe‏ndîn car le‏ser muzîkî xyabanî û şitgelî ramyarîy kewtûme‏te zîndanewe. Le ‏rastîda her e‏wey le‏ser şe‏qamêk muzîkbje‏nî, weku narre‏zayetî nîşandane û be‏rhe‏mî de‏sall xe‏batî bêwçane,‏ ke ‏le‏û de‏salle‏da çe‏ndîn ke‏sman tûşî de‏rdîserî bûyn. Muzîkî xyabanî le ‏rûy yasayye‏we mulle‏tî pêne‏drawe,‏‏ boye‏ her kat byanewêt de‏twanin hêrş bênin ‏û bllên lêre‏ brro û rameweste.

Jîle‏mo :  to‏ çi şêwazêk ‏yan drustir bllêm çi me‏kte‏bêkî muzîkît he‏llibjarduwe û‏ bo‏çî?

Klaws gayger.: min ‏le ‏serdemêkda ge‏wre‏bûm, ke ‏muzîk begşitî klasîk bû, muzîkî‏ klasîk, wate ‏bo çîne‏‏kanî sere‏we te‏maşa bke‏î, wate borcwazî .

Min muzîkî hawçerxim he‏llibjard, lebere‏wey ke ‏demuyist le ‏muzîkî klasîk bême‏de‏re‏we, muzîkî hawçerxîş şêwazî cyacyay he‏ye, le‏wane muzîkî pêşrrew Avantgarde music evangartîstîş ramyarî çalak nîye, bellam le ‏rûy muzîkîye‏we be‏giştî hî çînî xware‏we‏ye, le ‏evangartîste be‏nawbange‏kan de‏twanîn (mawrîsyo kargil)‏ û ( karl hayintiz ştokhawzin) be‏nmûne‏ bhênînewe .

Min‏ katêk le‏ emerîka bûm, be‏rastî azad‏bûm ‏‏û xom be te‏wawî azadkird‏bû, le  trradisyon [sune‏t]î mîllî, be‏llam min‏ le‏wê namo bûm‏ û xudî namoyî‏ xom‏, buwe ‏hoy ‏e‏wey min‏ zortir tradîsyonî mîllî ‏begalltegrim‏ û kîne‏î lêhe‏lligrim. Bo e‏wey le‏û bare azadbît, debêt cengî letekda bke‏ît. Ewsa xe‏rîkbûm diktora bhênim be‏llam le‏ nîwey rêda ge‏rame‏ ‏dwawe û hatme‏we‏ lêre wek ‏ke‏sêk ke‏ le‏ xyabanda mujîkbje‏nim, ne‏çûme hîç‏ zanko ‏û nêwe‏ndêk. Her be‏mi bo‏newe katêk distbe‏karbûmewe, le ‏allmanda min be‏ke‏mançe distimpêkrid, be komelle ştêk; honrawe bo mnallan be ke‏mançe le‏ xyabanda be mîlodî sade bo mnallan wek ” kar mruv şadde‏kat, kar mruv azadde‏kat” zor sade‏ û asan şyawî têgeyiştin ” dara rarî rarî rarî ” le he‏man katda zor sernicrrakîş, muzîkêkî sade û watadar, te‏‏waw djî borcwazî ‏û sîste‏me‏ke‏î. Min e‏we‏nde honrawe‏mi honîwetewe, îdî pêwîstim nîye, he‏zar û e‏wende honrawem nûsîwe, be her barêkda, îdî‏ katêkîş dêt, ke namênît, be‏llam êsta‏ke letek e‏we‏şda xom se‏îr‏de‏ke‏m, de‏krêt û debêt corêkî‏ dîke byannûsim‏ û muzîke‏kan ‏û honrawekan û srûde‏kanim corêkî‏ dîke bin. Be‏‏llam nakrêt her he‏mûyan bgorrdirên. Ge‏ri bme‏wêt ştêkî taze be‏rhe‏mbênim, pêwîste bçim le‏ xyabanda letek xe‏llikda qse‏bke‏m, pêwîste şte‏kan he‏mîşe taze bin. Le ‏de‏re‏wey e‏mi şêwaze debîte cadûge‏rî.

Jîlemo : aya muzîkêk ke to deyjenît, bo çînêkî dyarîkrawî nêw komelle, yan arastey gişt çîn û tuyjekane ?

Klaws gayger : muzîk ştîke her kes pêwîstî pêyetî, bebê leberçawgirtnî rêwşiwênî ew kese le komellgeda. Muzîk ştêke letek mrovda dedwêt. Lêre zorbey mrovekan krêkarn, her leber eweşe hîç cyawazîyek le nêwan mrovekanda dananîm. Bellam min xerîkim seyrî em komellgeye dekem, debêt qseyek bkem, ke bekellkî zorbey mrovekan bêt. Wek dyare min beşêweyekî asayî û sruştî be krêkaranewe peywestim, çunke zorbey mrovekan krêkarn. Eme le katêkda karî muzîkî awaye, ke min lenêw krêkaranda barêkî asayî û peygîrane werdegrim. Eger letek şwênêkda berawurdîbkem, ke mrovî cora û corî dêne nêw bernamekem û awa nîşandeden, ke hemû ştî têgeyiştûn û zoryan pêxuşbuwe. Bellam le heman katda awanîye. Ew kesane betewawî droznin. Ew kesaney ke serwerî komellgen, hemîşe drodeken û awa nîşandeden, ke têdegen. Bepêçewanewe le nêw krêkaran û kesanî stemdîdeda kardanewey sruştî nîşaneden û zorîş rastgon, katêk ke daway ew ew şte deken û katêk ştêk tênagen be rastî dellên tênegeyiştûîn, twanay têgeyiştinman lem şte nîye , îdî ewende beseke tozêk pşûy pêbdeyt û xoşt hest be pşû dekeyt. Eger bzanît rêgey pêdedeyt, deprisêt gutt çî ? Mebestit çîbû? Bo mnî roşinbkerewe, ba mnîş lêt têbgem. Jyanî xudî ewaney le serewey komellgen wate çînî serwer, le rastîda jyanyan şanogerîye, xoyan xerîkin rolêk debînin, ke berrastî xoyan nîn û le rastîda awa nîye.  Îdî to çawerrwanî çî lewane heye ? Çunke ewan boyan heye, her corêk xoyan deyanewêt rollbibînin û her corêk byanewêt qsebken, bellam bebê min. Le heman katda ewan twanay eweyan heye, ke hestî mrov û hunermendekan rabkêşn, bo xoyan. Herweha eweş şerrêke û ke debêt êmeş letekyanda bîkeyn.

Jîlemo : wek le wellamekantda derdekewêt, to tenya muzîkjen nît, bellku hellbest û honraweş dehonîtewe ? Aya to bekamyan, muzîkjen yan honer xotdenasênît ?

Klaws dêr gayger : detwanî be herdûkyan nawimbhênît, lem kateda hem denûsim û hem muzîkîşdejenim. Dyare min eger bar û tendrustîm başbêt, zor hellbest û honrawe nanûsim. Katêk griftêkî dilldarane naçarimbkat, ke bgerrêmewe nêw naxî xom, îdî hemû ştekanî dîkem lebîrdeçînewe.

Jîlemo : aya ewey deynusît, her be zmanî ellmanîye, yan be zmanî dîkeş berhemt heye ?

Klaws dêr gayger : min be allmanî û îngilîzî denûsim, katêk le emerîka bûm, zyatir beîngilîzî demnûsî. Bellam ke gerramewe allmanya, îdî lew katewe zyatir beellmanî denûsim.

Jîlemo : aya to zyatir le xyabanda muzîk dejenît yan şwênî taybet heye ?

Klaws dêr gayger : min zyatir le xyabanda kardekem. Katêk ke leser xyaban karbkem, ewa komellêk ştî sade, ke zyatir le çwar ta pênc kople pêkdên. Zyatir ştekan ramyarîn, meger hendêk car wek gutim, barm tewaw nebêt û ştî dilldarane bllêm û bgerrêmewe nêw naxî xom. Zor carîş wek gutim yan letek tîpêkda beşdardebim, yan konsêrt pêşkeşdekem, wek em şew ke konsêrtêkman heye. Kesanî dîkey muzîkjen dên. Katêk kesanî dîke bên, mnîş rêwşiwênîkî dîke werdegrim, muzîkekey xom têkell muzîkî ewan dekem, bo nmûne kesêk dît dîcêrîdu Didgeridoo, ke amêrêkî muzîkî ustralîye kayedekat, ewa mnîş debêt muzîkêkî guncaw letek ewey ew dedozmewe û bem core kayey letekda dekem. Wate min debme tewawgerî ewan yan ewan tewawgerî min debin. Min le heman katda le şarî kolln’da rêwşiwênî taybetî xom heye , serperiştgerî nêwendî hunermendanî şarî kolln’mi û le nêwyanda kardekem. Hem wek serperşitîkarêk û hem wek endamêk muzîk kayedekem. Her rollêk be rêwşiwênî ew muzîke kewtuwe, ke kayey dekey. Zor car peywendîm bederewe heye, bo nmûne: mîwanîkram bo suyd , bo bernameyekî şanoyî çwar perde, ke dîmenekanî leser baran û agir û aw û ba bûn. Her ekterêk û  muzîkjenêk pêkewe kayemandekrid. Konisyêteke dyarîkra, ke çon çonî bêt. Min xom muzîkim kayekirdewe. Çwarde roj mawem hebû, ke letek muzîkjenekan pêkewe yekdî bbînîn û bepêy ew şanoyyey ke ewan dayanrriştibû, twanîman rêkîbxeyn. Min xom nazanim em core muzîke nawbinêm çî ? Em kare çwarde roj le başûrî suyd derhênra. Dwatir ewe mîwanyankirdim bo yaban de (10) roj lewênderê bûm, şeş konsêrtim kayekrid. Le rastîda şeş tîpî muzîkî cyacya bûyn. Lepankewe ta avangardîst, muzîkî asayî reyp û rok. Ême be rastî hemû karêkmankird. Dyare ke min mîwan bûm, bellam rollî gewrem hebû. Betaybetî le dastan û mêjûy yabanda. Êsta lelayen kanallî telefzîwnîy(arte)ewe bo efrîka mîwandarîkrawm , wek tepil lêder Tromimler. Min wek kesêk ke letek ewanda namom û zyatir be kultûrî allman û ewrupa aşnam, mîwandarîykrawm, ta letek ewanda karbkem. Min debêt lebwarî muzîkîda bitwanim peywendî ewane hemûy pêkewe grêbdem û beyekewe peywendyanbdem. Be corêk bêt le nêwewe şyawî têgeyiştin bêt û hemû kesêk bitwanît lêy têbgat.

Jîlemo : aya to tenya kardekeyt yan letek tîpêkî muzîkîda hawkarît ?

Klaws dêr gayger : eger be tenya muzîkbjenî, ewa ledrêjmaweda demrît. Leheman katîşda eger maweyekî zor lenêw tîpêkîşda karbkeyt, ewa her demrît. Bo kesêk ke be tenya kar bkat, ewa lelayekewe tewaw azade, lelayekî dîkeşewe azad nîye. Weku pîşe mrov betenya azaddebît û letek ewaneşda debêt, pşû bdeyt. Bo nmûne ger bmewît be tenya kar bkem û karm beser hîç kesêkewe dîkewe nebêt, ewa debînim ke babetekanim wirde wirde demrin û bekellkî xellkî nayên. Paş ewe deêyt, bçim letek kesanêk karbkem, bu ewey xellkî werisnebêt.  Êsta min dû hawkarm le xyabanda hen, min kesêkim wek muzîkjenî xyabanî nasrawm. Her kesîkman le heman katda detwanîn becya karbkeyn û hem pêkewe. Bo nmûne ew kesey ke dîcêrîdu Didgeridoo kayedeka, xoy be tenya sîdî’yekî derhênawe û deyewêt le katî sallyadî mesîh vaynaxtin’da bîfruşêt.

Jîlemo : lekatî ‘cengî duwemî cîhanî’da betaybet cengî nêwxoy îspanya, hunermendan wek pallpiştî le hawrrêkanyan karyandekrid, be şano û honrawe û tenanet be beşdarî rastewxoş erkî nêwneteweyyan encamdeda. Lewane bêrtold brêxt, aya le êsta nêwendêk yan hewllîkî awa le arada heye, betaybet ke sertaserî dunya ceng û wêrankarîye,wek cengî emerîka – ‘îraq, efganistan, emerîka , ewrupay xorhellat? Klaws dêr gayger : lem kat û serdemeda, xerîke peywendî nêwan mrovekan le rûy bîr û gyanîyewe lêkhelldeweşêtewe û mrovekan le rûy huşyarîyewe lawazn. To le rûy darayyewe seyryanmeke, le rûy gyanî û hizrîyewe zor hejarn. Eme buwete hoy ewey, em ştey ke xerîkî to basîdekey, lem helumerceda sernegrêt. Ştêkî dîkeş, ewende kultûrî dwakewtuwane beser komellgeda zallbuwe, eger min biçme xyabanewe û karêkî awa bkem, şteke be jyanî xellkekewe peywestnebêt, ewa gwêm bo ranadêrn. Le êsta xerîke peywendî mrovekan, le rûy hizrîy û  gyanîyewe lawazdebêt. Be rastî ew kesaney ke bîrdekenewe, kemin û hejarn. Herwa xudî eme hunermendekan bewe naçardekat, ke zyatir le barey jyanî emanewe qsebken, ta gwêyan bo radêrn. Ewe griftî tenya min nîye, bellku le rastîda griftî tewawî hunermendanêke, ke xoyan leser em zewîye, le derewey snûrekanî nasîwnalîzmewe bo ştekan derrwanin. Bo nmûne temaşake telefzyon herçî ştî drust û  ketwarîye, tyayda nîye, bellam gişt mrovekan temaşay deken0 herweha şanugerîyekan watyan nemawe, bo her şwênêk deçît, pre û hemuwan deçin. Bellam bîwmatatrîn şanogerîyn, ke lem serdemeda xerîkin derdehênrên. Tenya şanogerîyek ke lem maweyeda dîwme û sernicîrrakîşawm, le allte foyer vaxealte feuer Wahche pêşkeşkra. Ke ekterekanî le turk û kurd û allmanî û bengladîşî û efrîkî û purtgalî pêkhatbûn û rollyandegêrra. Emaneş bo xoyan babetîkin, ke lêre hîç kes yarmetîyannada, tenya ewane nebêt, ke xoyan birsîn û xellk komekyan pêdekat. Eger kesêk byewêt lem bwareda karbkat, ewa le birsa deykujn. Lem wlate dewemendeda, eger btewêt pêşkewtuwane karbkeyt, ewa le birsa demrît. Çunke kultûrî mrovî birsî, kes yarmetînadat. Ewanîş weku muzîkjene xyabanîyekan, hîç kes komekyannakat.

Jîlemo : başe ey le rûy bîru bawerewe çun bîrdekeytewe, zor car le qsekantanda basî pankîst, markisîst, ernaşîst [enarkîst] dekeyt. Aya ser be kame hêl û ser bekam bzutnewey lenêw emaneda ?

Klaws dêr gayger : min ernaşîstekanim le hemûyan xoştirdewên. Min xoşm le rûy bîrubawerrewe (enarşîzm)mi zortir pêxuşe. Ştêkî dîkeş ke lenêw qsekanimda keme, ewîş çonyetî bîrkirdneweme. Dyare her kesêk bo xoy corêk bîrkirdnewey heye. Kesêk be ‘îsa û krîsmis, kesêk bemhemed û herk esêk beştîk bawerî heye. Min be sruşt bawerm heye, be hîç ştêkî dî bawerm nîye. Eger to btewêt yasay sruşt temaşakey, berrastî yasay sruşt zor ştêkî cwane. Eger ew yasayey sruşt bkeyte (elternatîf) bo jyanî mrovekan, ewa jyan zor asayî û sadedebêtewe. Eger btewêt mrovekan azadbkeyt, zor zû şit fêrdebin. Meger mrovekan helleyekî zor trisnak bken. Ewendey grupekan û îdekan gerekyane û cyawazî lenêwan mrovekanda deken, xudî mrovekan ewende cyawazîyan lenêwanda nîye. Bu nmûne btewêt bllêt tenya ‘îsa û hîç kesî dîke na, kesêkî dîke bllêt mhemed û kesî dîke na. Eger awa seyirbkeyt, griftekan tewaw gewre debnewe. Bellam eger pêçewaney eme bîrbkeytewe û bllêyt min emem û hemû ştîkî dîkeş detwanêt bûnî hebêt. Ewa ew kate jyan asantir debêtewe, bemercêk nellêyt tenya xom û tewaw.

Le barey ew lêkullênewe û twêjînewaney ke ta êsta krawn, le nêwyanda ew nûsîn û twêjînewaney ke markis kirdûnî, le giştî tewawtir û drustitrin. Yasamendî markis yasayekî cîhanî bû. Twêjînewekanî lebarey sermayedarîy ew kate û lebarey ewrupa û nêwendêtî sermaye le ewrupawe bo cîhan, emane tewawn. Ke markis dellêt sermaye cîhanîye û nêwendêkî cîhanî heye. Le cîhanda le nêwendêkewe xerîke berhemdehênrêt, bu tewawî dunya. Eme ştîke ke heta êsta lem ewrupa bûnî heye û le ewrupawe bo efrîka û asya û tewawî cîhan berhem dehyêrêt. Madam berhemhênan bo mrovekan nêwendîtî heye, kewate leser em bnemaye detwanrêt kêşe û griftî jyanî mrovekanîş be nêwendîtî çareser bikrêt. Herweha eme êsta le her katêk bûnî pêwîstitre. Mêjûy mrovayetî mêjûyeke, mrov bo xoy detwanêt betewawî temaşaybkat. Bo nmûne ‘krîsmis’ sereta eme ştêke le mêjûda drustikrawe. Becorêk bûnî hebuwe, karman be bûn û nebûnîyewe nîye, bellam (400) sall paş temenî xoy le dunyada gringikrawe. Le rastîda rollekan xoyan drustyankirdûn, djî ew sîstemey ke le serûy xoyanewe buwe û bew şêwe têkoşawn. Yan mhemed le katî xoyda, min nazanim lewaneye zor zor gring bûbêt. Bellam karêk ke xerîkin êsta deyken, tewaw djî mrove. Min bo ‘bosnye’ mîwanîykram, de (10)roj le wêndirê bûm. Le wênderê her hemû ştekan behoy cengewe têkçûn wêranbûn. Kasulîkekanî ewênderê mîwanyankirdim. Êsta ewan lewênderê xerîkî karî mroyîn, xoyan rastewxo nayken, yan encamînaden. Bellam ewan xerîkin rêkîdexen. Le heman katda xerîkî pêroz kirdnî pyawe ayînîyekan û xudapersitîn. Min ştêkim bo nêw klîsakeyan bird, yekî le goranîyekanî xom. Klîsake pirbû, hemûyan pêyanxuşbû, le katêkda klîsa hezar salle xerîke ştêk dûbare dekatewe. Letek eweşda min çûm le klîsa muzîkimjenî, bellam ştî tazem derhêna. Dyare xellk ştêkî pêwîste. Eger xellk  berrastî pêwîstyan pêyetî, mnîş pêrazîdebim û ba brun lewênderê bo xwa laje laj bken. Min karm beser ewewe nîye, bron nwêj bken û bperistin . Eger bem core peywendî nêwan mrovekan û jyanyan baştirdebêt, ba brron ta êware nwêj bken.

Jîlemo : aya tenya dejît, yan kesêkî dîke wek hawser û mindall le jyantda bûnyan heye?

Klaws dêr gayger : nexêr tenya najîm, sallî 1964hawserîmkirdwe û hawserekem nawî ‘krîstil’ bû û hêşta her peywendîman mawe, bellam pêkewe najîn0 letek ewda sê mindallman hen û mindallekan bo xoyan gewre bûn û xoyan mindallyan heye, temenyan le sî sall zyatre. Êsta letek kesêkî dîke jyandekem, ke nawî ‘ ula ‘ye, bellam tenya hawellîn û hawserîmannekirduwe0 letek ‘ ula ‘ dû mindallman hen, ewanîş temenyan hejde û nozde sallane0 ême letek xîzanda barêkî taybetîman heye, paş ewey ke le emerîka gerramewe. Wek basimkird, şêwey komunîman wergirtbû, wek narrezayîyek bem komellgeye û leber em hoyane:

Yekem : em komellgeye, ke awa rêkixrawe, pêyrrazînîn.

Duwem : rêwşiwênî kar, ewey bitwanî behoy rêwşiwênî karewe, lem komellgeyeda ştêk bgorrît yan tekanbdeyt, eweşman  lela drustinîye0

Sêyem : hawserîy û yasa û xêzan beşêweyekî ferrmî pesendyannakeyn, herweha her ştêkîş, ke bbête hoy lêsendnewey azadî mrovekan. Le djî ewane, ême xerîkî pyadekirdnî em bîrokaneyn. Zor zor dijware, leberewey ême tewaw djî şêwe û rêkxistinî komellgen. Betaybet ke ême mindallman hebû, zor alloztir bû, bellam ew kesaney wek ême ke bawerman be jyanî komunî bo hemû mrovekan hebuwe, ewa sextîyekanî bo her kesêkman be corîk buwe û taybetmendîyekî hebuwe, tyayda bmênîtewe û jyanî têdabkat. Leberewey le laykewe fşar hebû û le layekî dîkewe jyanî komuneyî û pêkewejyan ewende le rûy derûnî û gyanîyewe, pêdawîstîyekanî êmey dabîndekrid,  ke dillman pêyxuşbêt û eme ew şte bû, ke buwe hoy ewey ême drêjey pêbdeyn.

Zorêk le lawekanî emerîka em şêwe jyaneyan hebû, beşêwey komunî û bekomell dejyan. Bellam bedaxewe ême lêre nmûney awa hawşêweman zor zor kem bû. Ew kat komelle muzîkîyekanî wudistowk Woodistock nazanim nawtan bîsnûn yan na, zorêk le muzîkjenekan lenêw ew grupaneda bûn. Betaybet le serdemî cengî vîtnam’da rollî gewre û berçawyan hebû, bellam le heman katîşda zor şit lenêwyanda hebû; lewame heşîşkêşan û emane, bellam letek eweşda karîkî zor baş bû .

Jîlemo: dwa pirsyar  yan drustir bllên dwa wşe û peyamtan bo xwêneranî govarî jîlemo çîye?

Klaws dêr gayger : nawî govareketan zor cwan û zor gringe, pêwîste em nawe bparêzn, min zor dillxoşm ke em dîmaneyey min lenêw govarekey êweda bllawdebêtewe, herweha ew kesaney ke xerîkin em govare dedenederewe, debêt bîrbkenewe ke nawîkî zor bewatayan hellbjarduwe û pêwîste destberdarî nebin . Dwa destewajem, zor supastan dekem, bo em helley ke botanrrexsandnim, taweku lem rêgeyewe bo xwêneranî govareketan  bidwêm.

Jîlemo: îmeş zor supasî to dekeyn, bo em katey be êmet bexşî, hîwadarîn le helêkî dîkeda bitwanîn leser karekanî dîket bidwên û be xwêneranî farsîzman û kurdîzmanyan bnasênîn .

* pêştir le jmare ( 6 û 7)î zistan û beharî sallî 1999î govarî hunerîy jîlemo’da bllawkraetewe.