Raportî Tanganîka :Namey duwem

Raportî Tanganîka

Nazm Hîkmet
w. le Farsîyewe: Hejên

Namey duwem

le Qahîre, Baxî “Uzbekye”t leyad mawe?
çûm û Kursîyek ke pêkewe le banî danîştibûyn, dozîmewe.
hêşta Pa şkawekey çaknekrawe
Şew bû, leyadte ?
lewberewe, roşnayî Estêre û Otumebêlekan le Şûşebendekana, awêtebûbû û
Gedayêk be Dîzdaşewe.
leyadte ke pêkewe, le Jne xembareke dwayn
Ruxsarî wek » Nefertîtî «y Şajn wabû
Hawsere komunîstekey pênc Sall bû gyanellay bû
lenêw Byaban, Urdûgey Karî zoremlê
Baxî “Uzbekye”î Qahîret lebîr dê?
çûm, Kursîyek ke leserî danîştibûyn, dozîmewe ..
hêşta Pa şkawekey çaknekrawe
be roj , Drextekan Teputoz daygirtûn
Geda Dîzdaşepoşeke, bote Miştê Pêst û Êsqan,
Hawserî Jne xembarekeş mirduwe.
To Baxî “Uzbekye”î Qahîret leyad mawe ?

Fêbrîwerî 1963

**********************************************
* Raportî Tanganîka yekêke le dwahemîn Honrawekanî Nazm Hîkmet, çunke le Fêbrîwerî 1963 honrawetewe û Nazm Hîkmet le Cunî heman Sallda mirduwe. Em Raporte le şêwey de Hellbest-Nameda, arastey »Vera Tulyakova « hawsere Rusekey kirduwe, ke le Sallî 1960da letek Nazm Hîkmet hawserîy kirduwe.
** Tanganîka, wek dezanin le katî geştekey Nazm Hîkmet da, dû Sall bû ke serbexoyî bedestihênabû û be pêşewayî » Julius Nyerere « kewtbuwe nêw Wllatanî hawberjewendî Îngilîsî .. Ew Wllate le Sallî 1962da be rêkewtinî »Zingbar « Komarî » tanzanya «î pêkhêbna û Julius Nyerere wek serokkomarî danra.