Raportî Tanganîka
Nazm Hîkmet
w. le Farsîyewe: Hejên
Namey Dehem [dwa Name]
Gwêçkem be Zemînewe na,
Gwêm le Xakî Efrîka radêra,
Dengelêk le » Oganda « û » Mozambîk «ewe dên,
le Efrîkay Başûrîy, Pê xenînekan,
be tûrreyyewe Zincîrekanyan be zrre dehênin.
Cengellekanî » Engola « , wek Şêre sewzekan, le xwêngewzaw denallênin.
Împiryalîzm, dwa Cengekanî dekat,
bellam Çek û Zîndanî û Fermandarî heye.
Serm berizkirdewe û temaşamkird:
Efrîka leser Dûrryanêk westawe,
Rêgeyek heye, carêkî dîke le pêç û penawe berew Destbeserîy deçêtewe,
Rêgeyekî dîkeş berew Azadî û Brayî frawan.
wate demewê bllêm,
Hawserî Hoşmend û Cwanî min
carêkî dîke Namey Nohem bixwênerewe.
Jîran Elfêkyan bese.
Nazanî çende Arezûy Dîdart dekem Moskoyîkey min
» Tulyakova«î min
Fêbrîwerî 1963
**********************************************
Raportî Tanganîka yekêke le dwahemîn Honrawekanî Nazm Hîkmet, çunke le Fêbrîwerî 1963 honrawetewe û Nazm Hîkmet le Cunî heman Sallda mirduwe. Em Raporte le şêwey de Hellbest-Nameda, arastey »Vera Tulyakova « hawsere Rusekey kirduwe, ke le Sallî 1960da letek Nazm Hîkmet hawserîy kirduwe.
Tanganîka, wek dezanin le katî geştekey Nazm Hîkmet da, dû Sall bû ke serbexoyî bedestihênabû û be pêşewayî » Julius Nyerere « kewtbuwe nêw Wllatanî hawberjewendî Îngilîsî .. Ew Wllate le Sallî 1962da be rêkewtinî »Zingbar « Komarî » tanzanya «î pêkhêbna û Julius Nyerere wek serokkomarî danra.