Raportî Tanganîka
Nazm Hîkmet
w. le Farsîyewe: Hejên
Namey Hewtem
le Bazaran gerram, azîzm,
Nirxekanim nûsîwn
Tanganîka zor herzanîye
bo nmûne Xoretaw.
geyîwtirîn û sersextirînî,
bo nmûne Baran,
Baranêk ke çend Mang bê brranewe dêtexwar,
Ta’y drêjmawe û corawcor
ya Deste bor û reşekan
Deste law û deste pîrekan
Nînok û Nîwlepî hemûyan xenawî
tenanet Moz,
Hêşûy Pênc Kîloyî
le Şûşeyek Pêpsî Kola herzantre,
emanem bo to nûsîn, roşnay Çawm, bîrdekemewe,
aya Anatollî min le Tanganîka grantre ?
le hendê Şwênya Baran grantre.
le hendê Werzya xoretaw.
bellam Nirxî Ta’kan ,
ya Destekan
betaybet ew Destaney ke Penceyan xwênîne
hergîz lewaney êre grantir nîne,
bellam Moz,
le Wllatî ême nayêteber
bepêçewanewe Pyaz û Xwê,
nek Pênc Kîlo, bellku her Kîloyekî be Nirxî Mozêkî êreye.
Fêbrîwerî 1963
**********************************************
Raportî Tanganîka yekêke le dwahemîn Honrawekanî Nazm Hîkmet, çunke le Fêbrîwerî 1963 honrawetewe û Nazm Hîkmet le Cunî heman Sallda mirduwe. Em Raporte le şêwey de Hellbest-Nameda, arastey »Vera Tulyakova « hawsere Rusekey kirduwe, ke le Sallî 1960da letek Nazm Hîkmet hawserîy kirduwe.
Tanganîka, wek dezanin le katî geştekey Nazm Hîkmet da, dû Sall bû ke serbexoyî bedestihênabû û be pêşewayî » Julius Nyerere « kewtbuwe nêw Wllatanî hawberjewendî Îngilîsî .. Ew Wllate le Sallî 1962da be rêkewtinî »Zingbar « Komarî » tanzanya «î pêkhêbna û Julius Nyerere wek serokkomarî danra.