Nazm bo mirdît ?

Nazm bo mirdît ?

Pablo Nîroda
w. le Farsîyewe : Hejên

bo mirdît Nazm ?
êsta, çî bkeyn
bebê Srûdekanî to
le kwê Çawgêk peydakem ke têyda
heman Xende bê, ke le katî pêşwazî êmeda le Ruxsarî toda bû
Nîgayek wêney Nîgay to
têkelleyê le Aw û Agir
lêwanlêw le Azar û Şadî
Nîgayek ke êmey bo Rastî deçrrî, le kwê peydakeyn ?
Bray min
Hest û Endêşegelêkî weha tazet le minda aferandin
eger Bayekî tund,ke le Deryawe helldeka
byanba
her wek Hewrê, wek Gellayê dexlîskên û
deçne Şwênê, leser Zemînêkî dûrdest dekewnexwarê
ke to le Jyanta helltibjardibû û
paş mirdnîş Penagey toye
eme bo to, Çepke Gullêkî Dawdîy Çîlî
bo to, cengî gelan û miştumrrî min û
Dengî kipkrawî Teplle xembarekanî Serzemînî min
Bram, bê to le Dunyada, zor tenyam.
le tasey Ruxsarî toda damam
ke wek Drextî Gullkirdûy Gêlas, zêrrîn bû
le Hawellî toda ke bom Nan bû, ke bom şkanî tînûyetî bû û
Wzey dedaye Xwênim, bêbeş bûm
yekem car ke letek to rûberrûbûm, katê bû ke le Zîndan derçûbûy
le Zîndanêkî nîwe tarîk, ke wek Şallî Stem û Azar bû
nîşaney Stemim le Destekanî toda dî
le Nîgay toda ledûy Tîrî Kîne gerram
bellam Dllêkî pakt hebû
Dllê pirr le Zam û Roşnayî
êstake min çî bkem ?
aya detwanrê Dunya bebê ew Gullane wênabkrê
ke to le gşit layê çandibûtin ?
çon detwanim bjêm, bê ewey to rênwêyger bî ?
bê Hestî Swarçakaney Gelîy to û Twanay Honerîy to?
supas bo to ke weha bûy
supas bo to, bo ew Agrey ke be srûdekant helltigîrsand …